BI DÎMEN

Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya Qamişlo bi eleqeyeke mezin dewam dike.

Ji bona bîranîna Hisên Çawîş (Herekol) bi navê Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di 20'ê Tîrmeha 2017’an hat lidarxistin. Ji bo peşêngehê gelek serlêdan tên kirin. Gelek nîvîskar û rewşenbîr tevlî bernameya pêşengehê dibin.

Pêşengeh ji bo bîranîna rewşenbîr, nivîskar û pakrewan şehîd Hisên Şawîş (Herekol) tê lidarxistin. Pêşengeh bi bernameyekê 8 rojan didome. Gelek weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê û her çar beşên Kurdistanê tevlî pêşangehê bûn. Gelek bernameyên îmzekirina pirtûkên niviskaran di nav bernameya Pêşengeha Şehîd Herekol de cîh digire. Semînerên nîvîskar Merwan Berekat û Leyla Amirî ji roja 2’yem ya pêşengehê berdewam kir. Pirtûkên bi zaravayên Soranî û Behdînî hatine nivîsandin jî di pêşengehê de cihê xwe digirin. Heman demê pirtûkên bi zimanê biyanê yên Fransî, Ingilîzî, Elmanî û Rûsî jî tê pêşkeşkirin. Pirtûkên  ku tê pêşkeşkirin ji bo welatiyên ku serlêdana Pêşengeha Şehîd Herekol dikin dîrokî, çandî, wêjeyî û  ferhengên zimanê tên axiftin li herêmê. 

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 54 weşanxanêyên ku zimanê Kurdî û Erebî weşan dikin tevlî pêşengehê bûn. 21 weşanxaneyên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê tevlî Pêşengeha Şehîd Herekol bûn. Gelek weşanxaneyên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî weşan dikin ji ber siyaseta qedexekirina dewleta Tirk ya dagirker, nekarin tevlî pêşengehê bibin lê pirtûkên xwe standê de cih girtin. Weşanxaneya bi giranî parazname û dahurandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşan dike li Bakurê Kurdistanê ya bi navê Aram roja 3’emîn de standa xwe wê veke. Ji weşanxayên welatên Ereban yê weke Iraq, Misrê, Libnanê, Îmarat û Kûweytê jî gelek pirtûkên nîviskarên navdar hatin pêşkeşkirin.

Hin weşanxaneyên ji Şamê ji ber destûr nedayina Hikûmeta Şamê nekarîn tevlî pêşengehê bibin. Yê ku tevlî pêşengehê bû ne, bi sîwana weşanxaneya Ûgarêd cihê xwe digirin. Gelek weşanxaneyên ku li Şamê weşan dikin tevlî pêşengehê bûn û pirtûkê niviskarên Şamê jî hate pêşkeşkirin. Gelek weşanxane jî, ji ber  zextên Hikûmeta Şamê nekarîn tevlî pêşengehê bibin. Weşanxaneyên ku Şamê Tevlî Pêşengeha Şehîd Herekol  bûn e, wiha ne;

- Weşanxaneya Dar Ûgarêd
- Weşanxaneya Dar Teqwîl
- Weşanxaneya Kenan
- Weşanxaneya Aram
- Weşanxaneya Şirket El Meqluat ( Libnan)
- Weşanxaneya Dar Asrîyê
- Weşanxaneya Mendûh Idwan
- Weşanxaneya Dar Ikwan
- Weşanxaneya Dar Eleadîn
- Weşanxaneya Nûr Harran
- Weşanxaneya Daril Hîwar
- Weşanxaneya Nurûl Sebah
- Weşanxaneya Daril Muqedîm

Weşanxaneyên di destpêka Pêşengeha Şehîd Herekol tevlî dibin:

-Hîwar - Ûgadet - Teqwîl (Şam)
-Mutewesil-Beda (Libnan)
-Avêsta-Dara-Pirtûka Kûrdî-Aram-Nûbihar (Bakurê Kurdistanê)

Çavkanî: Rojnameya Ronahî