Nîşaneya berxwedan û azadiyê bû

Gaziyê herî temendirêj ê Şoreşa Rojava Apê Nemir, xaka xwe neterikand, bi biryardarî li çeperan şer kir û bi vî rengî rastiya gelê şerker raxist pêş çavan.

APÊ NEMIR

Berxwedana Kobanê destaneke ku bi lehengên wêrek û fedakar hatiye nivîsandin; yek ji sembolên vê destanê jî Apê Nemir e. Li gel temenê xwe yê dirêj jî xaka xwe neterikand û bû sembolek ku ruhê Kobanê temsîl kir.

Warê ku lê dima parçeyek ji jiyana wî bû, ku bîranînên wî mîna çemekî lê diherikî. Ji bo li ber hêza tarî ya DAÎŞ'ê rabe, ji bo paşerojekê ji ewlad û neviyên xwe re bihêle, li gel temenê xwew yê dirêj û rewşa xwe ya tenduristiyê jî tevlî berxwedanê bû. Apê Nemir bi baweriyeke xurt tevlî çeperên şer bû, bi biryardariya di çavên xwe de û dilxwaziya di dilê xwe de ji her kesî re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Bi zarokên xwe re ma û bû parçeyek ji berxweedana ruh, malbat û civakekê.

TÊKOŞÎNA WÎ DENG VEDA

Di kêliyên herî giran ên şer de hebûna Apê Nemir bû çavkaniyeke mezin a moralê. Ne tenê xwe temsîl dikir, her wiha têkiliyên civakî û nirxên kûr ên mirovahiyê temsîl dikir. Di rojên giran ên berxwedanê de got, 'Ez ê li xaka xwe li ber xwe bidin' û rastiyeke welê nîşan da ku serketin bi îrade û piştevaniyê dikare bê bidestxistin. Apê Nemir her ku li çeperên şer disekinî, bîranînên rabirdûyê dida jiyîn. Nifşên ku hîn bêhtir wêrek kir, dema ku didîtin çawa li ber xwe dide û ti carî dest ji berxwedanê bernade. Dilxwaziya wî ya ji bo têkoşînê li nava her kom û kesayetan deng vedida. Ji bo paşeroja Kobanê bû ronahiyeke hêviyê.

PIŞTÎ KU RÊBERÊ GELÊ KURD NAS KIR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe ya 14'ê Cotmehê ya li ser ragihandina şehadeta Apê Nemir de qala dilsoziya Apê Nemir a bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re kir. Apê Nemir Xelîl Osman Hemê) sala 1950'î li gundê Dihapê yê Kobanê ji dayik bû. Kurê yekane yê malbatê bû. Ji zarokatiya xwe ve li nava derdoreke ji hestên welatparêziyê mezin bû. Dema ku çandinî dikir ji ber bala xwe ya li ser siyasetê di temenê ciwantiyê de 3 caran ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin. Piştî sala 1980'î Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan nas kir û da pey Tevgera Azadiyê ya Kurd, weke welatparêzekî çalak xebitî. Li gel zextên rejîma Baasê jî paşve gav neavêt.

ŞOREŞ Û ŞERÊ ROJAVA

Her 6 zarokên xwe jî bi hestên welatparêziyê mezin kir. Hem ew hem jî malbata wî tevlî nava her qadên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di demên herî zehmet de jî xwe neda aliyekî. Piştî ku Şoreşa Rojava û şer destpê kir tevlî qadên leşkerî û civakî bûn. Di salên destpêkê yên şoreşê de li gel şert û mercên zehmet û derfetên kêm, di serî de rêxistiniya gel li gelek qadan xebitî. Li Kobanê beriya berxwedana mezin yek ji wan kesan bû ku tevlî amadekariyan jî bûbû.

ÊRÎŞA DAÎŞ'Ê YA LI SER KOBANÊ

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên dagirkeriyê di sala 2014'an de zêde kir. Bi hewldan û teşwîqa dewleta Tirk DAÎŞ'ê li şûna Şamê berê xwe da Kobanê. DAÎŞ ku her devera êrîş dibir ser dagir dikir, li Kobanê li berxwedana gelê Kurd rast hat. Kobanê cihê destpêkirina Şoreşê bû û bû cihê destpêkirina dawiya DAÎŞ'ê. Li Kobanê yên mîna Apê Nemir hebûn ku ji welatparêziyê tawîz nedidan. Berxwedana ku şervanên YPG-YPJ'ê pêşengî jê re kirin, weke şerekî gel tevlî nava dîrokê bû.

JI ROJA DESTPÊKÊ VE ŞER KIR

Apê Nemir ji roja destpêkê ve tevlî nava berxwedanê bû. Li gel israra şervanan jî bajar neterikand. Teredût nedikir ku çi dibe bila bibe het adawiyê li xaka lê ji dayik bû têbikoşe. Li berxwedana li gundên Boraz, Çarqelî û Girê Sêvî yên li başûrê Kobanê sê caran birîndar bû. Herî dawî payîza 2014'an piştî ku DAÎŞ'ê êrîş bir ser Kobanê piştî 45 rojan ji mil û lingê xwe birîndar bû û piştî ku li nexweşxaneya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li Bakurê Kurdistanê tedawî bû vegeriya Kobanê û têkoşîna xwe li çeperên berxwedanê dewam kir. Li gel vê birîndariyê jî agirê şervaniyê yê di ruhê wî de ti carî kêm  nebû. Her birînek bû sedem ku daxwaza wî ya têkoşînê hîn xurt bibe; nîşan dida ku çiqasî bi bawerî û têkoşer e. Milê wî yê birîndar bû nîşaneyeke ji nasnameya wî ya şervaniyê, lê belê ti carî xwe kêm nedît. Bû parçeyek ji çîroka mezin a şer, veguherî nîşaneya berxwedan û azadiyê.

NÎŞANEYA RASTIYA KOBANÊ BÛ

Rojnamevanên ku piştre berê xwe dan çeperên berxwedanê, bala wan yekser çû ser Apê Nemir. Êdî cîhanê hemûyî şahidî ji rastiya Apê Nemir re dikir ku li Kobanê berxwedaneke çawa dimeşîne: "Em dixwazin vê qirêjiyê ji ser xaka xwe biavêjin. Ez û du zarokên min di nav de ne. Meheke min zarokên xwe nedîtiye. Li ser aqûbeta wan agahiya min nîne. Bila hemû ciwanên bi şere û bi rûmet ên Kobanê bên û bajarê xwe ji çeteyan rizgar bikin."

KURÊ WÎ OSMAN ŞEHÎD BÛ

Heta kêliya dawî ya berxwedanê li gel zarokên xwe di nava têkoşînê de bû. Kurê wî Osman Hezîrana 2015'an di êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê de şehîd bû. Apê Nemir li gel birîna ji milê xwe jî nesekinî. Piştî berxwedana Kobanê tevlî nava karên şoreşgerî bû. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo gelê xwe têkoşiya.

WELATPARÊZEKÎ MÎNAK BÛ

Sembola berxwedana Kobanê û welatparêzekî mînak bû. Bi hestên welatparêziyê yên pak jiya. Têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd weke hinceta hebûnê dît; nesekîn, astengî nas nekir. Her kêliya xwe li rûpelên çîroka azadiyê nivîsî; bû nîşaneya berxwedana çand û xaka lê dima. Fedakariya ku ji bo gel û xaka xwe kir, têkoşîna ku di vê oxirê de meşand çîrokeke berxwedanê ya bi rûmet a civakekê bi xwe re afirand. Apê Nemir wê bi fedakariya xwe weke mîrateyekê bê bîranîn, di dilê ruhê berxwedanê yê Kobanê de bê bîranîn, her dilek wê bi daxwaza Apê Nemir tijî bibe.

Apê Nemir 14'ê Cotmeha 2024'an ji ber krîza dil di 74 saliya xwe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî 15'ê Cotmehê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.