BI DÎMEN

'Konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê, mîrasa şoreşê ye'

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim, têkildarî Konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê, diyar kir ku ji bo perwerde di asta akademîk de bê pêşxistin xebatên xwe berdewam dikin û got, “Ev pêşketin bi saya şoreşê pêk hatine.”

Di navbera 19 û 20’ê Cotmehê de li Zanîngeha Kobanê konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê hat li dar xistin. Konferans bi beşdariya gelek lêkolînerên navdar ên welat û dervî welat, bi dirûşmeya “Veguherînên Perwerdehiyê di serdema nûjen de, nêrîn û pêkanîn” hat pêkanîn. Di konferansê de li ser mijarên weke teknolojiya perwerdeyê û veguherîna dîjîtal, di nava saziyên perwerdê de pirsgirêkên heyî û rêbazên çareseriyê, pêş xistina behreyên jiyanî û pîşeyî, lêkolîn û nûbûn, hat nîqaşkirin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim, têkildarî girîngiya Konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê ji ANF’ê re axivî. 

Mislim, anî ziman ku weke Zanîngeha Kobanê ev nêzî 6 meh in amadekariya vê konferansê kirine û got, “Gelek lêkolîn di hundirê welat û dervayî welat de hatin amadekirin. Ew lêkolîn ji aliyê komîteya zanistê ve hat nirxandin û dûra jî hatin pêşkêşkirin. Di nava van lêkolînan de têkildarê pedekojî û perwerdeyê de fikra herî nûjen derdikeve holê ku, em sûdê jê werbigrin. Armanca me ji vê konferansê ya herî sereke, ew e ku em nêrîna herî nûjen bipejirînin."

Mislim, da zanîn ku ji bo dewlemendkirina wesfa perwerdehiyê wê di demên pêş de mamoste ji DYE’yê Ûrûguay, Yemen û Lîbyayê bi rêya onlîne beşdarî perwerdehiyê bibin û wiha domand, “Ji Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wê lêkolîner wê tevlî bibin. Gelek lêkolîn hatin kirin û nîqaşên girîng çêbûn. Ev nîqaş bi encamnameyeke hat pêşkêşkirin. Piraniya kesên tevlî konferansê bûne, kesên ku bi qada perwerdehiyê re eleqedar in. Armanca nêrînên giştî, pêşxistina qada perwerdehiyê ye.”

Mislim, diyar kir ku di konferansê de têkildarê astengiya fermiyeta li pêşiya perwerdehiya ziman hatiye destgirtin û got ku ji bo siberojeke bi ewle xebatên xwe didin meşandin. Mislim, destnîşan kir ku ji bo biryarên di konferansê de hatine girtin, bi jiyanî bikin ew ê gavên berbiçav bavêjin û wiha gotina xwe bi dawî kir, “Li ciheke mîna bajarê Kobanê pêkhatina vê konferansê bêguman girîng e. Ji bo pêşxistina qadên perwerdehiyê wê xebatên me berdewam bikin. Ji bo di asta akademîk de gav bên avêtin dê hewldana me bidome. Ev yek jî mîrasa şoreşê ye. Bi saya şoreşê em gihiştin van astan.”