HRE'yê tol hilanî: 2 jê leşker 24 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Hate ragihandin ku di çalakiyên HRE'yê de 24 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 2 ji wan leşker bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine, eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî namerdane li pêş çavên cîhanê êrişê tîne ser gelê me, rêveber û pêşengên şoreşê dikin hedef. Li hemberê van êrişên heyî jî rêze çalakiyên me yê tolhildan û bersivdayînê ji bo şehîdên me yên van demên dawîn  bi taybetî ji bo şehîd Zelal, Mazlûm, Diyar û Alaf, li xeta Bab, Mare, Ezaz, Şera û Şêrawa çêbûn.

Di vê çarçoveyê de:

Roja 9’ê Îlonê li xeta Ezazê di çalakiyekî taybet de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

Di roja 10’ê Îlonê de çalakiyekî serdegirtinê li xeta Babê li hemberê komên çeteyên dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiya serdegirtinê de 3 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 4 çeteyên dagirker birîndar bû. Di heman demê de di vê çalakiya heyî de dîsa seyareke doçka 23 barkirî hat îmhakirin.

Di roja 11’ê Îlonê de li Xeta Şera di encama çalakiyekî taybet de 1 leşkerê dagirker a Tirk hat kuştin û her wiha dîsa heman rojê li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 çete hat kuştin.

Di roja 17’ê Îlonê de hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li xeta Ezazê li hemberê komên çeteyên dagirker lidar xistin. Di vê çalakiya heyî de 5 çeteyên dagirker hat kuştin.

Di roja 23’ê Îlonê de li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê  dagirker hat kuştin.

Di roja 23’ê Îlonê de li xeta Babê di çalakiyekî taybet de 2 Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker birîndar bû

Di roja 7’ê Cotmehê de li xeta Şera di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê  dagirker hat kuştin.

Di roja 8’ê Cotmehê de di çalakiyekî taybet a li xeta Babê de 1 leşkerê dewleta Tirk  dagirker hate kuştin û her wiha 2 leşker jî birîndar bû.

Di roja 9’ê Cotmehê de li xeta Mare di çalakiyekî taybet de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker birîndar bû. Di heman rojê de li xeta Şêrawa hêzên me bi tîmên pispor dikevin nava çeper û konên dagirkeran bê ku bi hêzên me bihesin li wir hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi awayekî bandor li dagirker û çeperên heyî dixin, çeperên heyî û çeka Doçka 12’ê Nîv tên îmhakirin û her wiha hevalên me diçin ser cenazeyên dagirkeran, çek û alavên heyî desteser dikin. Di encama vê çalakiya heyî de 1 jê fermandarê bi navê Nadir Hesen giredayî Feylaq El Şam bi giştî 9 dagirker hate cezakirin û her wiha 3 çeteyên dagirker jî birîndar bû. Di heman demê de di vê çalakiya heyî de ; 2 Çekên AK-47, 6 cerjorê AK-47, mîqdarekî cebilxaneya xwe,  1 rextê AK-47, Destêkê  HYTERA, flaş, kart û hatin desteserkirin.

Di encama van çalakiyên hêzên me de; 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 22 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 6 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û  7 çeteyên dagirker jî birîndar bûn."