BI DÎMEN

Kongra Star: Bi hêza jin em ê dawî li desthilatdariyê û dewletê bînin

Kongra Star li dijî biryara darvekirinê ya derbarê rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî hatî dayîn, daxuyanî da û got: “Em ê li dijî her sûcên li ser jinê rabin û em ê tokoşîna xwe bilindtir bikin.”

Şaxa 26’yemîn ya dadgeha şoreşê ya Tehranê cezayê îdamê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî birî. Li dijî vê cezayê li ser asta Bakur û Rojhilatî Sûriyê Kongra Star a Kantona Firatê daxuyanî da. Kongra Star diyar kir ku ew ê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî li desthilatdariya li ser jinê bînin.

Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa gelan bi pêşengtiya jinê hat despêkirin. Ev şoreş bû şoreşa mirovahiyê. Di bin şert û mercên herî zor û zehmet da ji bo hemû pêkhate bi hevre bikarin jiyanek azad û wekhev bijîn, bi felsefeya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo netewa demokratîk hate avakirin û hemû gelên li heremê xwe di nava pergala netewa demokratik de ditin.

Pêşberî hemû dinyayê her roj jin tên qetilkirin û tecawûzkirin. Ji bo civak û gel bikaribin bi rengekî azad û bi aram bi hev re bijîn, bê guman têkoşîna hevpar pêwist dike. Bi taybet wek jin xwedî derketina li têkoşîna jinê, erka sereke ye. Lewma em dibêjin di cihanê de tu jinekî ku dewleta mêr bikare wê bi darizîne, nine. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hemû jin bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûn 'Jîna Emînî'. Jin li her deverê cîhanê xwedî li serhildana 'Jin Jiyan Azadî' derketin. Rejîma Îranê li hemberî jinan sûc dike. Hemû saziyên qaşo ji xwe re dibêjin, mafparêz û demokrat çavê xwe ji kiryarên rejima sêdarê re digirin. Jin tu carî koletiyê li ser vîna xwe qebul neke. Jina ku bêhna azadiyê kişandiye dil û mejiyê xwe wê cardin nezivire beriya hezar salan. Jin xwedî bîrdozî, bawerî, partî û artêşê ne.

Em biryara ji bo darvekirina jinên bi navê Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatî dayîn, bi tundî şermezar dikin. Em bang li rejîma sêdarê dikin ku demildest destên xwe yên qirêj li ser jinan rake. Biryarên xwe yên derbarê jin de yekser rawestînin. Her wiha ti agahî ji Werîşe Muradî nayên girtin. Bi vê yekê re fikar zêde dibin. Di asta cihanê û Rojhilata Navîn de em ê li hemberî her cure hovîtiya li ser jin tê meşandin, têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo darvekirina mirovan bê seknandin, li Rojhilata Navîn û cihanê têkoşînek mezin tê xwestin. Em ji wek jin pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Heta dawî li hemberî her cure zordestiya dewleta mêr, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û berfireh bikin."