Ji Xelatgirên Nobelê nameya ‘Abdullah Ocalan’

69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re name nivîsandin û ev bang kirin: “Ji bo parastina mafên Abdullah Ocalan, wezîfeyên xwe bi cih bînin.”

69 xelatgirên Nobelê, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa û Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê re name nivîsandin. Di nameyê de ji saziyên pêwendîdar hate xwestin ku ji bo parastina mafên Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Ji bo ku bi lezgînî cidî bê were girtin ji Ofîsa Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabrielius Landsbergi, ji Komîteya Pêşîgirtina li Ceza yan jî Muameleya Biçûkxistinê yan jî Dermirovî (CPT) Dr. Alan Mitchell û Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya Konseya Ewropa Marko Bošnjak re hate nivîsandin.

Li ser navê torê name ji aliyê Profesora Beşa Perwerdeya Fakulteya Psîkolojî ya Zanîngeha Bergen Kariane Westrheim ve hate şandin û ev tişt hate gotin: “Em bang dikin ku Abdullah Ocalan were berdan û muzakereyên hatine taloqkirin, jinûve bên destpêkirin.”

Di nameyê de hate diyarkirin ku Xelatgirên Nobelê têkildarî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin, bi fikar in û hat ragihandin ku ev ne nameya yekeme ku têkildarî rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê, hatiye nivîsandin.

Di nameyê de bal hate kişandina ser nameyên ku di Çileya 2019’an de ji saziyên pêwendîdar re hatin şandin û ev tişt hate gotin: “Parêzerên Ocalan 29’ê Tîrmeha 2022’yan serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) dan û li dijî qedexeyên bi vî rengî, daxwazeke tedbîrê kirin. Bang li OHCHR’ê bang kiribû ku divê dawî li hepskirina bêpeywendî bê anîn û mafê peywendiya bêsînor bê dayîn. Lê Hikûmeta Tirk bêyî ku xwe bispêre zagoneke hiqûqî, di bersivên dayî Komîteyê de ev qedexe parastin. Ji aliyê OHCHR’ê ve li ser navê wê ti gavek din nehate avêtin.”

Di nameyê de hat destnîşankirin ku derbarê serdanên li Îmraliyê hatine kirin, 30 rapor hatine nivîsandin û wiha hate gotin: “Tevî vê yekê jî ne diyar e ka çi bandora van serdan û raporan li ser tedawiya Ocalan heye. Mesele, CPT’ê di Îlona 2022’yan de ragihand ku serdana girtîgehê kir, di hevdîtina piştre bi parêzeran re kirî de ti agahî têkildarî vê serdanê nedan.

Yekane rêya aştiya di navbera gelên Tirk û Kurd de, diyalog û muzakereya bi Abdullah Ocalan re ye, Serokkomar Erdogan bi hevdîtinên Osloyê (2009-2011) û pêvajoya Îmraliyê (2013-2015) re ev yek qebûl kiriye. Em daxwaz dikin ku ew ji Îmraliyê were berdan û muzakereyên hatine taloqkirin, jinûve bên destpêkirin.

Mirovên cîhanê aştî û siberojeke bi ewle dixwazin, em jî tevlî daxwazên wan dibin.”

LÎSTEYA ÎMZEVANAN

Navên îmzevanan bi vî rengî ne:

"Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobel (1997)

Peter Agre, Kimya, DYE, 2003

Thomas R. Cech, Kimya, DYE, 1989

Martin Chalfie, Kimya, DYE, 2008

Aaron Ciechanover, Kimya, İsrail, 2004

Johann Deisenhofer, Kimya, Almanya, 1988

 Gerhard Ertl, Kimya, Almanya, 2007

Joachim Frank, Kimya, DYE/Almanya, 2017

Walter Gilbert, Kimya, DYE, 1980

Alan Heeger, Kimya, DYE, 2000

Richard Henderson, Kimya, Qraliyeta Yekgirtî, 2017

Robert Huber, Kimya, Almanya, 1988

Martin Karplus, Kimya, DYE, 2013

Roger D. Kornberg, Kimya, DYE, 2006

 Yuan T. Lee, Kimya, Japonya, 1986

Michael Levitt, Kimya, DYE/İsrail/Qraliyeta Yekgirtî, 2013

Hartmut Michel, Kimya, Almanya, 1988

Paul L. Modrich, Kimya, DYE, 2015

John C. Polanyi, Kimya, Kanada, 1986

Jean-Pierre Sauvage, Kimya, Fransa, 2016

Richard R. Schrock, Kimya, DYE, 2005

Sir James Fraser Stoddart, Kimya, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016

Arieh Warshel, Kimya, İsrail, 2013

Sir Oliver Hart, Ekonomi, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016

 Finn E. Kydland, Ekonomi, Norveç, 2004

Eric S. Maskin, Ekonomi, DYE, 2007

Edmund S. Phelps, Ekonomi, DYE, 2006

J. M. Coetzee, Edebiyat, Efrîqaya Başûr, 2003

Elfriede Jelinek, Edebiyat, Avusturya, 2004

Herta Müller, Edebiyat, Almanya, 2009

Orhan Pamuk, Edebiyat, Tirkiye, 2006

Wole Soyinka, Edebiyat, Nijerya, 1986

Harvey J. Alter, Tıp, DYE, 2020

Andrew Z. Fire, Tıp, DYE, 2006

H. Robert Horvitz, Tıp, DYE, 2002

Tim Hunt, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî, 2001

Louis J. Ignarro, Tıp, DYE, 1998

Barry J. Marshall, Tıp, Avustralya, 2005

Ardem Patapoutian, Tıp, Lubnan/DYE, 2021

Sir Peter J. Ratcliffe, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî, 2019

 Charles M. Rice, Tıp, DYE, 2020

Sir Richard J. Roberts, Tıp, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 1993

Michael Rosbash, Tıp, DYE, 2017

Gregg L. Semenza, Tıp, DYE, 2019

Jack W. Szostak, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî /DYE, 2009

Mairead Corrigan-Maguire, Aştî, İrlanda, 1976

Shirin Ebadi, Aştî, DYE, 2003

Adolfo Perez Esquivel, Aştî, Arjantin, 1980

Dmitry Muratov, Aştî, Rusya, 2021

Oscar Arias Sanchez, Aştî, Kosta Rika, 1987

Kailash Satyarthi, Aştî, Hindistan, 2014

Rigoberta Menchu Tum, Aştî, Guatemala, 1992

Jody Williams, Aştî, DYE, 1997

Barry Clark Barish, Fizik, DYE, 2017

J. Georg Bednorz, Fizik, Almanya, 1987

Steven Chu, Fizik, DYE, 1997

Albert Fert, Fizik, Fransa, 2007

Sheldon Glashow, Fizik, DYE, 1979

David J. Gross, Fizik, DYE, 2004

Serge Haroche, Fizik, Fransa, 2012

Gerardus 't Hooft, Fizik, Hollanda, 1999

Takaaki Kajita, Fizik, Japonya, 2015

Ferenc Krausz, Fizik, Avusturya, 2023

John C. Mather, Fizik, DYE, 2006

Michel Mayor, Fizik, İsviçre, 2019

Konstantin Novoselov, Fizik, Birleşik Krallık, 2010

Giorgio Parisi, Fizik, İtalya, 2021

Roger Penrose, Fizik, Birleşik Krallık, 2020

Robert Woodrow Wilson, Fizik, DYE, 1978

David J. Wineland, Fizik, DYE, 2012."