François Hollande: Hişyar dikim, êrîşek li ser Kurdan nayê qebûlkirin!

Serokkomarê berê François Hollande diyar kir ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin û got, "Bitenêhiştina Kurdan nikarim ji nedîtî ve bêm. Hişyar dikim. Fransa û koalîsyona navneteweyî neçar in ku Kurdên li Sûriyeyê biparêzin."

FRANÇOIS HOLLANDE

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nerazîbûnên li qada navneteweyî zêde dibin. Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande ji bo nirxandina bûyerên li Sûriyeyê beşdarî weşana zindî ya Franceinfo bû û destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin, Ewropa nikare bûyerên li herêma rêveberiya xweser diqewimin ji nedîtî ve bê.

'JI BO PARASTINA KURDAN HIŞYARIYÊ DIKIM'

Têkildarî daxuyaniya Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ku digot 'Yekîtiya Ewropa divê têkiliyên xwe yên bi rêxistina cîhadîst HTŞ re zêde bike' û ji bo pirsa 'Gelo bawerî bi HTŞ'ê dibe?' Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande got, "Beriya her tiştî divê delîlan pêşkêş bikin. Ez dixwazim ji vê derê hişyariyekê bidim. HTŞ ne yekane koma îslamîst e, ji ber ku komên alîgirê Tirkiyeyê jî hene. Komên hîn demokratîk jî hene. Em ê bibînin bê wê li herêmên di bin kontrola van koman de ne çi bikin.

'NIKARIM TERIKANDINA KURDAN JI NEDÎTÎ VE BÊM'

Lê belê nabe ku êrîşek li ser Kurdên li Sûriyeyê bê kirin. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de yên ku ji me re bûn alîkar Kurdên li Sûriyeyê bûn. Eger Kurdên ji Sûriyeyê nebûna, nepêkan bû ku DAÎŞ ji Sûriyeyê bê avêtin. Fransayê jî piştgiriya tam da. Eger ez gotineke navdar bi kar bînim; weke Serokkomar ez nikarim terikandina Kurdên li Sûriyeyê ji nedîtî ve bêm. Her wiha Kurdên li Sûriyeyê niha bi hezaran girtiyên DAÎŞ'î kontrol dikin. Eger ev kes serbest bibin, zû yan jî dereng wê careke din xwe bigihînin xaka me."

'KURD LI DIJÎ TERORÎZMÊ BI ROLEKE GIRÎNG RADIBIN'

Serokkomarê berê yê Fransayê Hollande ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir û got, "Divê hurmet ji xweseriyê re bê nîşandan. Mebesta min ji vê yekê ew e ku Kurdên li Sûriyeyê bi roleke girîng radibin. Di têkoşîna li dijî terorîzmê de roleke mezin lîstin û hîn jî vê rola xwe ya jiyanî bi cih tînin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku divê ew ji SÛriyeyê qut bibin. Ya ku dixwazim bibêjim, divê ew bi hev re bijîn.

'DIVÊ FRANSA Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ KURDAN BIPARÊZIN'

Ji ber vê yekê divê Fransa wan biparêze. Fransa û koalîsyona ku ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê hatiye avakirin wan biparêzin. Em qala Von der Leyen dikin. Ewropa bûyerên li beşeke Sûriyeyê diqewimin nikare ji nedîtî ve bê. Dema ku min li Konseya Ewropayê wezîfe dikir, li gelek Ewropiyan rast hatim ku li gorî wan Sûriye cihekî dûr e û bandorê li parzemîna Ewropayê nake. Lê belê êrîşên terorê bi serê me de hatin, bi serê wan de jî hatin. Ji ber vê yekê divê bandora bûyerên li Sûriyeyê yên li ser xaka me fêhm bikin."