Milîsên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî pêk anîn
Milîsên Emre Bora yên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Kocaelî û Bûrsayê çalakî pêk anîn.
Milîsên Emre Bora yên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Kocaelî û Bûrsayê çalakî pêk anîn.
Milîsên Emre Bora yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li Kocaelî û Bûrsayê çalakî pêk anîn.
Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
‘’Di şeva 17’ê Kanûnê de li navçeya Înegol a Bûrsayê tireke mobîlyayan hate şewitandin.
Her wiha heman şevê li navçeya Çayirova a Kocaeliyê tireke aîdî Barsan Lojîstîkê jî hate şewitandin.
Milîsên me piştî çalakiyan derbasî qadên ewle bûn.’’