Şehîd Derwêş, Pîran û Diljîn li Atinayê hatin bibîranîn
Şehîdên Azadiya Kurdistanê Derwêş Çiya, Pîran Suweyda û Diljîn Bêlatî yên li Herêmên Parastinê yên Meydayê şehîd bûbûn, li Atinayê hatin bibîranîn.
Şehîdên Azadiya Kurdistanê Derwêş Çiya, Pîran Suweyda û Diljîn Bêlatî yên li Herêmên Parastinê yên Meydayê şehîd bûbûn, li Atinayê hatin bibîranîn.
Şehîdên Azadiya Kurdistanê Derwêş Çiya (Alî Yaman), Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) yên li Herêmên Parastinê yên Meydayê şehîd bûbûn, li paytexta Yewnanistanê Atinayê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Atinayê hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Di bîranînê de li ser navê malbatên şehîdan Sînan Sever axivî û destnîşan kir ku divê bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bên parastin. Sever got ku ew bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Kurdistanê ditewîn û têkoşîna wan wê rêya wan ronî bike.
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser 3 şehîdan hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” û çepikan bi dawî bû.