BI DÎMEN

Meşa Azadiyê: Abdullah Ocalan rêberê bi milyonan kesî û navnîşana çareseriyê ye

Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” gihişt Mêrsînê. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz di meşê de axivî û wiha got, “Çareserî Birêz Ocalan e ku bi milyonan kes jê re dibêjin ‘Rêbera min.’”

MEŞA AZADIYÊ

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Meşvan, gihiştin Mêrsînê. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di nav de, kesên beşdarî meşê bûn li Parka Barişê ya navçeya Akdenîzê hatin gel hev. Meşvan li vir daxuyaniyê dan.

 Di çalakiyê de dowîzên "Ji çareseriyê re erê, ji tasfiyeyê re na", "Berxwedan jiyan e", "Em di çareseriyê de israr dikin, em ê bi ser bikevin", "Em bi hêza teorîk û pratîk bawer in", "Jin, jiyan, azadî" hatin hilgirtin û dirûşmên, "Bijî bexwedana Rojava", "Her der Rojava her der berxwedan", "Bijî bexwedana gelê me" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 

'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'

Li vir ewilî li ser navê meşvanan ji Meclîsa Kedê Azîz Ozkan axivî û got: “Em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ketin vê rêyê. Em ê sibê li Enqereyê diyar bikin ku van polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê û butçeya ku jê re tê dayîn gel xizan dike. Butçeya ku ji bo şer tê xerckirin, ji berîka karkeran tê dizîn. Em weke kedkaran piştgirî didin vê meşê. Em ê li her qadê biqîrin ku em şer nazwazin.”

‘DESTÊN XWE YÊN QIRÊJ JI XAKA ME VEKÊŞIN’

Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Meryem Tura jî diyar kir ku ew dixwazin meşa wan bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Em ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî xwîn bê rijandin. Em bang li Serokomarê dikin; aştiyê pêk bînin. Bi dewamî îradeya gel tê desteserkirin. Qeyûm tayîn dikin, li dijî Rojava şer didin destpêkirin. Destên xwe yên qirêj ji xaka me vekêşin. Em bang li malbatên leşker û polîsan jî dikin; ji bo aştiyê werin ba hev û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi hev re gav biavêjin. Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Bila dayik êdî negirîn û aştî pêk were.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz jî wiha got: “Heta ku tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe û çareseriya pirsgirêka Kurd çareser bibe em ê li kêleka gelê Kurd bin.”

‘ABDULLAH OCALAN RÊBERÊ BI MILYONAN E, NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’

 Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî axivî û wiha got: “Gelê Kurd û dostên wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê 40 sal in dimeşin. Têkoşîna ku em ji bo aştî û azadiyê didin wê helbet bigihe armancê. Şer hêsan e, lê aştî zehmet e. Em Kurd ji bo derbaskirina vê zehmetiyê têdikoşin. Divê desthilatdarî û dewlet jî ji bo aştiyê hewl bide. Ne li pêşiya aştiyê li pêşiya şer barîkatan deynin. Gelê Kurd ji bo aştiyê dimeşe û wê meşa xwe bidomîne. Hewl didin li Rojhilata Navîn pergalekî bêyî Kurdan ava bikin. Ew dema ku beriya 100 salan çarenûsa gelê Kurd hate xizkirin û ev dem ne heman e. Kurdên wê demê û yên vê demê jî ne heman in. Me bi hezran berdêl ji bo van xakan dan. Nabe ku ji aliyekî ve destê aştiyê dirêj bikin û ji aliyê din ve jî li dijî Rojava şer bidin destpêkirin. Li Rojava jiyana hevpar hate avakirin. Îro wê her êrîşekî li dijî Rojava wê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bibe hilweşandin. Îro sedema krîza piralî ya li Tirkiiyeyê tecrîd û polîtîkayên şer in. Her kes felsefe û paradîgmaya Birêz Ocalan dizane. Çareseriya ku Birêz Ocalan pêşkêş dike di heman demê de ji bo çareserkirina krîza piralî ya Tirkyeyê jî rêyek e. Werin em di meclîsê de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina demokrasiyê biaxivin. Çareserî Birêz Ocalan e ku bi milyonan kes jê re dibêjin  ‘Rêbera min.’ Em jî dewlet jî pir baş dizanin ku muxatabê vê pirsgirêkê Birêz Ocalan e.”