Ji TCŞ’ê li Hamburgê li dijî êrîşên dagirkeriyê biryara çalakiyên domdar
TCŞ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê yên girêdayî wê yên li ser Rojava meşek li dar xist û li Hamburgê biryara çalakiyên domdar da.
TCŞ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê yên girêdayî wê yên li ser Rojava meşek li dar xist û li Hamburgê biryara çalakiyên domdar da.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Elmanyayê Hamburgê, li dijî êrîşên êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê SMO ku jêmayên DAÎŞ’ê ne, biryara çalakiyên domdar da. Aktîvîstên TCŞ’ê di çarçoveya çalakiyên domdar de îro meşek li dar xistin.
Meşê li Hamburg Hauptbahnhofê, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn axaftinek kir.
Ferhat Mêrdîn diyar kir ku weke ciwanên Apoyî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, bi ruhê fedaiyane yê Şehîd Asya û Şehîd Rojger dê çalakiyan pêk bînin û banga parastina Rojava li ciwanên welatparêz, demokrat û rewşenbîr kir.
Piştî daxuyaniyê Kurdistaniyan û dostên wan dest bi meşê kirin. Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Çalakî bi bangawaziya meşa ku di çarçoveya çalakiyên domdar de sibe dê li Stasyona Harbugê di saet 18.00’an de pêk were, bi dawî bû.