Şervan bi biryar in: Me DAÎŞ şikand, em ê wan jî bişikînin!
Şervanên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin gotin, "Eger me karîbû DAÎŞ'ê bişikînin, em ê wan jî bişikînin! Kobanê wê nekeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê."
Şervanên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin gotin, "Eger me karîbû DAÎŞ'ê bişikînin, em ê wan jî bişikînin! Kobanê wê nekeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê."
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) ku ji bermahiyên DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wê hatiye avakirin, 11 roj in êrîşê dibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çeteyên SMO'yê bi taybetî êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê zêde kirine. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bi tundî bersivê didin êrîşan. Çeteyên dewleta Tirk ji doh bi şev û vir ve hem topbaranê dikin hem jî hewl didin xwe berdin nava herêmê. Hêzên QSD'ê êrîş şikandin.
Balafirên Bêmirov ên Bombebarkirî (SÎHA) yên Tirkiyeyê timî li ser ezmanê herêmê ne. Kobanê û Tişrîn bi SÎHA'yan hatin bombekirin.
Armanca esasî ya êrîşan Kobanê ye. Lewma tê xwestin, bi bidestxistina Pira Qereqozaxê û derdora wê re eniyek ber bi Kobanê bê vekirin. Berxwedana QSD'ê û pêkhateyên wê ji bejahiya Kobanê heta bi Bendava Tişrînê berfireh bûye. Şervanên QSD'ê yên li xeta Qereqozaxê ne ji ANF'ê re axivîn.
TIŞRÎN Û QEREQOZAX DI BIN KONTROLÊ DE NE
Ji şervanên QSD'ê Tolhildan Zagros anî ziman ku dewleta Tirk rojên dawî li ser gelê herêmê şerekî qirêj dimeşîne. Zagros diyar kir ku ew hem li hemberî şerê taybet hem jî li hemberî êrîşên fîzîkî li ber xwe didin û got, hem Bendava Tişrînê hem jî Pira Qereqozaxê di bin kontrola wan de ne. Zagros destnîşan kir ku dagirkririna herdu herêman ne karekî hêsan e û got, "Di ser vê derê re gefê li Kobanê dixwin. Şoreşa Rojava ne tenê îro, 13 sal in li hemberî van êrîşan li ber xwe dide. Li gel van, dewleta Tirk dixwaaze gelê me bitirsîne. Lê belê li gel gotinên şerê taybet û êrîşên rojane jî em li Bendava Tişrînê ne, li Pira Qereqozaxê ne."
'DEWLETA TIRK DIXWAZE PÊVAJOYA 2014'AN VEGERÎNE'
Ji şervanan Şêrgo Kobanê jî destnîşan kir ku hemû hêz û pêkhateyên welatê xwe diparêzin li eniyê ne. Kobanê ragihand, dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMO dixwazin êrîşên dagirkeriyê mezin bikin û got, "Niha dixwazin Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi dest bixin. Bidestxistina van deveran wê li ser Kobanê bibe metirsiyeke gelekî cidî. Xwe amade dikin ku di ser vê xetê re êrîşî Kobanê bikin. Kobanê sala 2014'an li hemberî DAÎŞ'ê dîrokeke afirand. Me û hevalên me bi hemû hêza xwe şer kirin û kirin ku ew biqedin. Heman tiştî niha dewleta Tirk dixwaze biceribîne û pêvajoyê li sala 2014'an vegerîne. Kobanê wê nekeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê. Ji hêzên QSD, YPG û YPJ'ê yek tenê jî bimîne wê kes nikaribe dawî li gelê Kurd bîne. Kes wê nikaribe paşeroja me tarî bike."
'EGER LI KOBANÊ WÊ ŞEREK BIQEWIME, KURD HEMÛ JI VÊ RE AMADE NE'
Kelteş Kobanê jî destnîşan kir ku li eniyan ew li ber dewleta Tirk û çeteyên wê radibin. Kobanê anî ziman ku wan êrîşên li ser Qereqozax û Tişrînê şikandin û got, "Dîsa jî gefê li Kobanê dixwin. Em ji gefên wan natirsin. Eger şerek wê biqewime em jê re amade ne û ev yek wê bibe şerê Kurdan hemûyan. Em ê jî şerê xwe nîşanî wan bidin. Çawa ku me li Kobanê DAÎŞ şikand, em ê wan jî bişikînin. Ji SÎHA'yan heta bi bombardûmana ji bejahî bi gelek rêbazan bombeyan li Kobanê dibarînin. Niha dixwazin di ser Qereqozaxê re êrîşî Kobanê bikin. Em li wir in. Yek tenê ji me bimîne em ê li ber xwe bidin. Binihêrin, ji 7 heta 70 salî gelê Kobanê bi her kesên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rakiriye çekê û li ber xwe dide. Dibêjin 'Em bi şervanên xwe re ne ku me diparêzin'. Gelê me yê Kobanê xwe bi vî rengî amade kiriye û em jî li hemberî êrîşên wan amade ne."