BI DÎMEN

Ciwanên enternasyonalîst ketin avahiya ZDF’ê: Bila statuya Rojava bê naskirin

Ciwanên enternasyonalîst ketin avahiya ZDF’ê û xwestin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada navneteweyî bê naskirin û bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê.

Li paytexta Elmanya Berlînê endamên Youngstruggle û ciwanên enternasyonalîst ketin avahiya Televîzyona Elman a Duyemîn (ZDF) û xwestin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada navneteweyî bê naskirin û bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê. Her wiha destnîşankirin ku ji bo Sûriyeya demokratîk divê modela siyasî ya Rojava bê parastin û bang li hikûmeta Elman kirin ku di vê mijarê de berpirsyarî bigre.

20 ciwanên ku li avahiya ZDF’ê ya  daxuyanî dan, daxwazên xwe gotin. Ciwanan diyarkirin ku divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada navneteweyî de weke aktorekî siyasî bê naskirn.

Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî bi taybet ji Elmanyayê hate xwestin ku di vê mijarê de gavên şênber biavêjin û hate diyarkirin ku li Sûriyeyê ji bo avakirina pergalekî demokratîk a mayinde Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelekî girîng pêşkêş dike.

Çalakvanan rexne li weşana duyemîn a giştî ya Elman ZDF û saziyên din ên çapemeniyê kirin û xwestin ku rastiyên li Rojava diqewimin bi awayekî bêalî rabigihînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo Kurdan weke mînaka federasyonê ku Ereb, Suryanî, Ermenî û gelên din bi hev re di nava aştiyê de bijîn, bê nasandin.

‘SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN’

Hate destnîşankirin ku çeteyên SMO û komên çete yên wekî HTŞ’ê ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve weke “serhilder” tê binavkirin ku şaş e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk û çeteyên wî sûcê şer dikin û ji civaka navneteweyî xwestin ku li dijî van sûcan helwestekî xurtir nîşan bidin.

‘JINÊN KURD TÊN HEDEFGIRTIN’

Krîmînalîzekirin, çewisandin û dersînorkirina jinên Kurd ên li Elmanyayê ji ber xebatên xwe yên siyasî  hate rexnekirin. Çalakvanan diyarkirin ku divê piştgirî ji bo têkoşîna azadî û edaletê ya jinên Kurd bê dayîn û bang li çapemeniya Elman û raya giştî hat kirin ku di vê mijarê de bi hestiyar bin.

Edîtorê ZDF’ê daxwazên ciwanan guhdar kir û diyar kir ku ew ê li ser daxwazên wan bisekinin.

Polîsên Elman nasnameyê ciwanan kontrol kir û serbest berda.