Li Ewropayê banga mezinkirina berxwedanê
Li sê bajarên cuda di çalakiyan de bang hate kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne rawestandin û berxwedana Rojava hate silavkirin.
Li sê bajarên cuda di çalakiyan de bang hate kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne rawestandin û berxwedana Rojava hate silavkirin.
Li bajarê Gottingen ê Elmanyayê, bajarê Strasbourg ê Fransayê û li bajarê Leuven ê Belçîkayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
GOTTINGEN
Li bajarê Gottingen ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.
Meş bi pêşengiya Defend Rojava û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gottingenê hate lidarxistin.
Di meşê de ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava bang hate kirin û hate gotin, "Bila dewleta Tirk destê xwe ji Rojava vekişîne. Rojava wê ji faşîzmê re bibe goristan."
Meş bi dirûşmeyan li qada Gottingenê bi dawî bû.
STRASBOURG
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi heman armancê li stasyona trenê mîtîngek lidar xist.
Di çalakiyê de bang li ciwanên Kurd hate kirin ku berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê mezin bikin.
Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên 'Bijî berxwedana Rojava', 'Bijî Serok Apo' û 'Bijî Kurdistan' qîriyan û rê li trafîkê girtin.
LEUVEN
Êrîşên dagirkeriyê li bajarê Leuven ê Belçîkayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de piştgirî ji gel û berxwedêrên Rojava re hate dayin û hate xwestin, di asta navneteweyî de zext li dewleta Tirk bê kirin.