Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Mazlûm Dînç ve hate kirin.
Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Rêber Apo di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ev yek gotibû:
‘’Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim.’’