Nameya ji 32 saziyan: Rîsk ne tenê li ser Rêveberiya Xweser e, li ser tevahiya cîhanê ye!
Sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Spanyayê bi armanca piştgiriya bi gelê Kurd re nameyek ji hikumeta Spanyayê re şandin.
Sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Spanyayê bi armanca piştgiriya bi gelê Kurd re nameyek ji hikumeta Spanyayê re şandin.
Ji Spanya û herêmên wê yên xweser hemûyan 32 rêxistinên civakî yên sivîl, sazî, komele û platforman ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re û bersiva li banga lezgîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nameyek ji hikumeta Spanyayê re şandin.
Di nameyê de qala bûyerên li Sûriyeyê û metirsiyên li dijî gelê Kurd ê li Sûriyeyê hate kirin.
Her wiha işaret bi êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) hate kirin û hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ'ê jî tevlî çeteyên SMO'yê hatine kirin. Di nameyê de hişyarî hate dayin û hate gotin, "Metirsî ne tenê li ser Rêveberiya Xweser e, metirsî li ser tevahiya Ewropayê û cîhanê ye."
Di nameyê de ji hikumeta Spanyayê û Yekîtiya Ewropayê hate xwestin, ku bi rengekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê.
Her wiha işaret bi mirovên ji Til Rifet û Şehbayê hatine koçberkirin û rewşa bi sed hezaran Kurdên li Helebê hatine dorpêçkirin û gefên li ser gelên din hate bibîrxistin.
Rêxistinên civakî yên Spanyayê diyar kirin ku gef li dijî jinan heye û gotin, "Alîkariya mirovî ya lezgîn bigihînin bi sed hezaran mirovên ji herêmên xwe koç kirine yên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne.
Li dijî Tirkiyeyê divê sekneke bi biryar bê nîşandan. Ji bo êrîşên li ser Rêveberiya Xweser bêne rawestandin divê zext li Tirkiyeyê bê kirin ku îqna bibe.
Nasnameya Rêveberiya Xweser û sîstema jiyana bi hev re ya weke herêmeke xweser a Sûriyeyê ji aliyê siyasî ve nas bikin."
SAZÎ Û KESAYETÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ NAMEYÊ
Sazî û kesayetên ku mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:
"Asociación Ruralismo-Contra la despoblación rural.
Ateneo Libertario Fermín Salvochea.
Ateneo Libertario La Idea.
Centro de Documentación sobre Zapatismo -CEDOZ.
Colectivo Traficantes de Sueños.
Colectivo Unitario de Trabajadores (CUT).
Comité Solidaridá Asturias con Rojava.
Confederación General del Trabajo (CGT) Burgos
Sindicato Único de Burgos.
Confederación General del Trabajo (CGT) Confederal.
Confederación General del Trabajo (CGT).
Confederación Intersindical Galega (CIG).
Organización Sindical de Trabajadores de Aragón (OSTA).
Confederación Nacional del Trabajo (CNT) Madrid.
Confederación Nacional del Trabajo (CNT) Comarcal Sur Madrid.
Confederación Nacional del Trabajo (CNT) Colmenar Viejo.
Confederación Nacional del Trabajo (CNT)
Sindicato de oficios varios de León.
Confederación Sindical Solidaridad Obrera
Intersindical Solidària.
Coordinadora Anti Represión Región de Murcia.
Eider Azkunaga Hernández. ELA Sindikatua.
ESLA Eko.
Grupo Guadauca.
Javier de la Herrán Gascón.
José Luis Carretero Miramar. Secretario general Solidaridad Obrera.
Josep Puig i Boix. Dr. Enginyer industrial.
Juliana García Salinero.
Liza Plataforma Anarquista.
M. Antònia Oliver Rotger.
Marisa Pérez Colina. Coordinadora Fundación de los Comunes.
Marxa Mundial de Dones València.
Rojava Azadi Madrid."