Dewleta Tirk li Efrînê xwişk û bira revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê xwişk û birayek revand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê xwişk û birayek revand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li gundê Basûtê yê Şêrawayê welatiya bi navê Xunav Xelîl (55) û birayê wê Bengîn Xelîl (30) revandine.
Hate diyarekirin ku Xunav Xelîl beriya 6 salan ji Efrînê koçberî bajarê Helebê bûbû û li ser daxwaza birayê xwe çûbû serdana xizmên xwe yên li gundê Basûtê.