Cenazeyê şehîd Yasir El Salih hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Yasir Mehmûd El Salih hat veşartin.

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, endamên hêzên ewlehiyê û leşkerî, saziyên sivîl, kesayetên civakî li goristana şehîdan a bajarê Şedadê kom bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed El Xelîl axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

El Xelîl wiha domand: "Şehîd meşale ye ku rêya me ronî dikin û minareyên ku em rêya xwe dibînin in. Ew mertal û parêzvanên welêt in." El Xelîl soz da ku ew heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.

Endamê Meclisa Bajarê Şedadê Hesen El Mixlif jî got: "Em fedakariyên şehîdan ji bîr nakin û wê her tim di dilê me de zindî bin. Em ê li ser wan fedakariyan bimeşin û siberojeke ronak ava bikin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre li gorî wesiyeta şehîd, cenazeyê şehîd li goristana gundê Hena Şerqiye, hate veşartin.