Îsraîl: Tirkiye bombeyan li herêma xweser dibarîne, dijminatiyê li Kurdan dike

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê got, "Artêşa Tirk bi balafiran û ÎHA'yan binesaziya herêma xweser a bakurrojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Tirkiye piştgiriyê dide hêzên cîhadîst ên li dijî Kurdên li Sûriyeyê kar dikin."

DAXUYANIYA ÎSRAÎLÊ

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiyeyê xaka Sûriyeyê dagir kiriye.

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi vî rengî ye:

"Îsraîl daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirk red dike ku têkildarî Îsraîlê li ser Sûriyeyê daxuyaniyên şaş kiribû.

Hincet jî bi vî rengî ne:

Tirkiyeyê bi pêvajoyekê re ku salên 2016, 2018 û 2019'an bi operasyonên leşkerî destpê kir û heta niha dewam dike, bi rêk û pêk dest dirêjî xaka Sûriyeyê dike. Tirkiyeyê herêmên wekaletê ava kiriye ku komên çekdar ên di bin kontrola xwe de yên weke Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi cih kiriye. Niha ji sedî 15 ê xaka Sûriyeyê di bin kontrola hêzên bi piştgiriya Tirkiyeyê de ye. Li van herêman pereyê Tirk tê bikaranîn, şaxên bankayên Tirk û postayên Tirk hene.

Her wiha artêşa Tirk bi balafiran û ÎHA'yan bobmeyan li binesaziya herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne.

Tirkiye piştgiriyê dide hêzên cîhadîst ên li Sûriyeyê li dijî Kurdan kar dikin.

Welatê herî dawî yê li Sûriyeyê qala dagirkeriyê bike Tirkiye ye ku ji sedî 15 ê xaka Sûriyeyê xistiye bin kontrola wekîlên xwe. Ti hincetek nîne ku êrîşkarî û tundiya Tirkiyeyê li hemberî Kurdên li Sûriyeyê dewam bike."