Daraza Tirk endamên DAÎŞ’ê yê 45 kes qetil kirin serbest berdan

Daraza Tirk cezayê ku ji bo 6 endamên DAÎŞ’ê ku di sala 2016’an de li Balafirgeha Ataturkê 45 kesan qetil kirin, birîbû zêde dît û çete tehliye kirin.

6 endamên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku Erodgan wan xwedî dike û piştevaniya wan dike, di 28’ê Hezîrana 2016’an de li Balafirgeha Ataturkê êrîş pêkanîn û di encama êrîşê 45 kes qetil kirin. 6 kesên ku qetlîma pêkanîn ji aliyê daraza Tirk ve hatin tehliyekirin.

Li gorî nûçeya Now Haberê, 6 endamên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji her yekê re 46 caran cezayê heta bi hetayî hat birîn, li ser biryara 3’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind bi hinceta “li şûna ku cezayekî adil ê li gorî heqaniyetê bê hikim kirin, bi hincetên kêm di radeya tundkirinê de ketina xeletiyê û cezayekî zêde dayîn” di 12’ê Kanûnê de hatin tehliyekirin.