‘Muxatab Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were’
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dîlokê axivî û got: “Muxatabê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dîlokê axivî û got: “Muxatabê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” li dar dixin. Meş li Dîlokê di roja 3’yemîn de didome. Rêzeçalakiyên meşvanên azadiyê li Dîlokê berdewam dike.
Di çarçoveya meşê de li sê navendên bajar civînên gel hatin lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, li Dîlokê bi rêxistinên civaka sivîl re hatin ba hev. Civîn li Şaxa Dîlokê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) pêk hat. Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê axivî û got ku divê li ser pirsgirêka Kurd divê her kes tiştekê bibêje. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser giringiya axaftina nivîskar û rewşenbîran di der barê vê mijarê de û got: "Em jî ji eniya Kurdistanê piştgiriyê didin pêvajoya ku rewşenbîran daye destpêkirin. Ev sedsal, an dê ji bo her kesî bibe sala demokrasî û aşîtiyê an jî dê bibe pêvajoyeke monîzim lê serwer be. Niha li Sûriyeyê nexşeyeke nû tê xêzkirin. Ya ku wek alternatîfa rojavayê pêşkêş dikin, pergaleke jêmaya rejîma Esad e."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd gelek girin e loma ne tenê berpirsiyariya desthilat û partiyên siyasî ye û wiha dewam kir: "Em nikarin geşedanên îro ji tecrîda li Îmraliyê serbixwe bigirin. Pirsgirêka Kurd gelek giring e û nikare tenê bi meclîsê ve bê sînordarkirin. Tecrîd û qeyûm li vî welatî veguherîn rejîmekê. Ev rejîm îro ji Kurdistanê belavî hemû Tirkiyeyê bû. Daxwaza me ya demokratîk tê krîmînalîzekirin û terorîzekirin. Daxwazên gelê Kurd jî bi vê yekê re tên krîmînalîzekirin. Muxatabê vê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Pêvajoya çareseriyê bînin bîra xwe; Birêz Abdullah Ocalan ê ku bi salan dihat krîmînalîzekirin, bi kirin û perspektîfên xwe yên di hefteyekê de bû qasidê aşîtiyê. Dewlet jî baş dizane ka kî dikare vê pirsgirêkê çareser bike."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku kiryarên di dema avabûna komarê de îro jî diqewimin û got: "Ev sedsal, an dê ji bo her kesî bibe sala demokrasî û aşîtiyê an jî em ê sed sal din jî di nav vê dojehê de bin."
Piştre civîn ji bo çapemeniyê girtî dewam kir.
ŞAHÎNBEY
Li avahiya Rêxistina Navçeya Şahînbeyê ya DEM Partiyê jî meşvanên “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” civîna gel li dar xist. Ji xeynî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes beşdarî civînê bûn.
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Emîn Ay bal kişand ser bangawaziyên Serokê Giştî yê MHP'ê yên ji bo Rêber Apo û got: "Şirîkê biçûk rasterast bangî Rêberê Gelê Kurd kir. Gotin 'Em êdî bêçare ne, em biratiyê av abikin.' Du tişt qebûl kirin; Birêz Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û çareserî Birêz Abdullah Ocalan e. Heger hûn jidil bin, em êdî behsa rakirina tecrîdê nakin ji ber ku ev têra me nake. Divê Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be û rola xwe bilîze."
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn axivî û diyar kir ku ev heşt sal in li ser hemû saziyên gelê Kurd polîtîkayeke jinavbirinê tê meşandin. Hûn bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bi bîr xist ku ew di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" de rêzeçalakiyan dikin. Hûn her wiha êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn jî nirxandin û got ew ê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî çalakiyên xwe bidomînin. Hûn bangawaziya Devlet Bahçelî ku got "Bila Abdullah Ocalan were û li Meclîsê biaxive" bi bîr xist û diyar kir ku ev bangawazî nîşaneya xetimîna Tirkiyeyê ye. Hûn diyar kir ku ji bo ku Kurd nebin xwedî statu, Tirkiye veguherî welatekî bêhiqûq û hejar û bû dewletekî "çeteyan". Hûn herî dawî der barê tecrîd û bêhiqûqiyên li welat de axivî û got: "Em ê xwe bi rêxistin bikin û hêzdar bibin."
Piştre axaftvanên din piştgiriya xwe ya ji bo meşvanan nîşan dan. Civîn bi nirxandinên welatiyan bi dawî bû.
ŞEHÎTKAMIL
Li navçeya Şehîtkamilê jî civîneke girseyî ya gel hat lidarxistin. Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê, wek partî ev 2 salên dawî ne xebateke mezin dimeşînin. Boz, li ser nîqaşên der barê hevdîtina bi Rêber Apo re jî axivî û got: "Çi dibe bila bibe, dê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were."