Li ser çeteyê hat kuştin qerta Wezareta Karên Hundir a Tirk derket

Li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî yê ku beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bendava Tişrînê bû, belgeya Nasnameya Parastina Demkî ya Walîtiya Hatayê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk hate dîtin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) bi rojan e êrîşî herêma Bendava Tişrînê dikin. Çeteyên SMO yên dewleta Tirk a dagirker ji bejahiyê ve êrîşên dagirkeriyê pêk tînin û dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên bêmirov ji hewayê êrîşên dagirkeriyê pêk tînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û YPJ’ê bersivên tund didin êrîşan. Heta niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê tu pêşketinekê bi dest nexistine. Di encama bersivdayîna bi bandor û xurt a hêzên QSD û YPJ’ê de zêdeyî 100 çete hatin kuştin.

Cenazeyê çeteyekî ku hat kuştin kete destê hêzên QSD’ê. Nasnameya li ser çete hate bidestxistin careke din têkiliya dewleta Tirk a dagirker û çeteyan raxist ber çavan.

Nasnameya Parastina Demkî ya Walîtiya Hatayê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî yê hat kuştin hat dîtin. Çeteyê dewleta Tirk a dagirker a bi navê Melîk Erabî bi vê nasnameya di bêrîka xwe de beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê bû. Çete di pevçûnên îro danê êvarê de ji hêla hêzên QSD’ê ve hat kuştin û cenazeyê wî kete destê şervanên QSD’ê.

Di lêgerîna ser çete de hat dîtin ku ew li Tirkiyeyê maye. Bi vê belgeyê careke din derket holê ku bê dewleta Tirk a dagirker çawa çeteyan diparêze û xwedî dike.

Belgeya Wezareta Karên Hundir a Komara Tirkiyeyê yê li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî derket wiha ye;