Cezayê girtîgehê ji bo rojnamevan Mûrat Verîm hat birîn
Piştî ku cezayê ji aliyê Dadgeha Cezayê Eslî ya Îpsalayê derbarê rojnamevanê dîlgirtî Mûrat Verîm de dayî hat teqezkirin HAGB hat rakirin û 1 sal 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Piştî ku cezayê ji aliyê Dadgeha Cezayê Eslî ya Îpsalayê derbarê rojnamevanê dîlgirtî Mûrat Verîm de dayî hat teqezkirin HAGB hat rakirin û 1 sal 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Derbarê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DIHA) ya ku di 29'ê Cotmeha 2016'an de ku bi KHK'yê hat girtin û karkerê yekeya çapemeniyê yê Şaredariya Kerboranê ya Mêrdînê Mûrat Verîm de, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin û biryara HAGB'ê hatibû dayîn.
Piştî ku di sala 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'emîn a Mêrdînê biryara HAGB'ê hat dayîn, dîsa heman parvekirina medyaya dijîtal wek hincet hat nîşandan û li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê dozeke nû hat vekirin û 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Piştî biryara Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê "giliyek" wek hincet hat nîşandan û derbarê Mûrat Verîm de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Yozgatê dozeke din hat vekirin. Tevî ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Yozgatê tespît kir ku ev doz mukerrer e, ji ber parvekirina "Bijî Berxwedana Kobanê" ya ku tê de wêneyên YPG'yîyan jî hebû, biryar dan ku cezayê lê hatiye birîn kêm e û 4 sal 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji ber heman parvekirinê cara sêyem cezayê girtîgehê li Mûrat Verîm hat birîn û piştî hesab kirina cezayên berê, dadgehê 3 meh din ceza dayê.
Di vê navberê de derbarê Verîm de, li Dadgeha Cezayê Asliye Îpsalayê jî bi hinceta "derbasbûna ji sînorî" dozeke nû hat vekirin û dadgehê derbarê wî de biryara bêparhiştina hin mafan da. Piştî teqezbûna biryarê, cezayê wî yê salan jî hat erêkirin û 16'ê Îlonê hat girtin û xistin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a H Tîpî ya Erziromê. Her wiha li Dadgeha Cezayê Giran a 3'emîn a Mêrdînê jî ji bo biryardayîna HAGB'ê jî doz hat vekirin. Di danişîna îro ya dozê de 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Verîm hat birîn.