Cenazeyê Husnu Ondul hat veşartin

Cenazeyê Serokê Giştî yê berê yê İHD'ê Husnu Ondul, piştî merasîma li İMO'yê hat lidarxistin, li Goristana Karşiyakayê hat veşartin.

MERASÎMA CENAZEYÊ HUSNU ONDUL

Ji bo Serokê Giştî yê berê yê Komaleya Mafên Mirovan (İHD) Husnu Ondul ê ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li Odeya Endezyarên Avahisaziyê merasîma bibîranê hat lidarxistin.

Malbata Ondul, Hevseroksa Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogullari û parlamenterên DEM Partiyê, Endamên Desteya Rêvebirina Navendî, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, Hevserokên Giştî yên IHD'ê û endamên MYK'ê, nûnerên rêxistinên civakên demokratîk û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî bibîranînê bûn.

Cenazeyê Ondul, piştî merasîma bibîranînê li Goristana Karşiyakayê hat spartin.