Mazlûm Ebdî ji bo Kobanê pêşniyara 'herêmeke bêyî leşkeran' kir
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî daxuyand ku ew amade ne li Kobanê ji bo avakirina “herêmeke bêyî leşkeran” di bin çavdêriya DYA’yê de pêşniyar bikin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî daxuyand ku ew amade ne li Kobanê ji bo avakirina “herêmeke bêyî leşkeran” di bin çavdêriya DYA’yê de pêşniyar bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û got: “Em dilsoziya xwe ya bi agirbesteke berfireh a li Sûriyeyê didomînin, di heman demê de em amade ne li Kobanê pêşniyara avakirina herêmeke bêyî leşkeran bikin”
Di berdewama daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî de wiha hate gotin: “Em biryardariya xwe ya ji bo pêkanîna agirbesteke berfireh a li seranserê Sûriyeyê careke din diyar dikin. Di vê çarçoveyê de em radighînin em amade ne li bajarê Kobanê careke din bi belavkirina hêzên ewlehiyê di bin çavdêrî û hebûna DYE’ê de ji bo avakirina herêmeke bêyî leşkeran pêşniyar bikin. Ev hewldan armanc dike ku fikarên ewlehiyê yên Tirkiye ji holê rake û li herêmê aramiya mayînde pêk bîne.”