Nerazîbûna li dijî biryarên ‘derbasbûna demê’

Dayikên Şemiyê xwestin ku biryarên ‘derbasbûna demê’ yên têkildarî dosyayên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, werin betalkirin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayik\Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, qetilkirin û darizandina faîlan cara 1029’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de, failên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên ku 33 salan beriya niha li Şirnexê hatine qetilkirin, hatin pirsîn.

Ji Mirovên Şemiyê Gonul Sonbahar, çîroka Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa xwend.

Gonul Sonbaharê got: ‘’Ji lêpirsînan encamek nehate bidestxistin û dosya bi hinceta ‘derbasbûna demê’ hatin girtin. Divê biryarên ‘derbasbûna demê’ werin betalkirin.’’

Keça Agît Akîpa Sûzan Akîpayê jî got: ‘’Parêzerê dosyayê Tahîr Elçî jî di Mijdara 2015’an de bi heman awayî hate qetilkirin. Em bi polîtîkayeke qetilkirinê ya ji parêzeran heya xwe digihîne muwekîlan re rû bi rû ne.’’