Prof. Bozarslan: Nediyarî li benda Sûriyeyê ye
Prof. Hamît Bozarslan diyar kir, ku piştî ketina hikûmeta Şamê Sûriye ket bin kontrola avaniyeke îslamiya cîhadî û radîkal û got, rewşeke nediyar li pêşiya Sûriyeyê ye.
Prof. Hamît Bozarslan diyar kir, ku piştî ketina hikûmeta Şamê Sûriye ket bin kontrola avaniyeke îslamiya cîhadî û radîkal û got, rewşeke nediyar li pêşiya Sûriyeyê ye.
Prof. Hamît Bozarslan, destnîşan kir ku xwe girtina Kurdan li rojavayê Firatê wê gelek zehmet be û diyar kir ku ev yek sedema xwe ji politikaya Tirkiyeyê ku ji sala 1925’an û vir ve dimeşîne digire û li tevahiya Sûriyeyê jî belav bûye.
‘HILWEŞÎNA HIKÛMETA ŞAMÊ JI BER RIZÎBÛNA NAVXWEYÎ BÛ’
Profesor Hamît Bozarslan ê bi xebatên xwe yên akademîk derbarê geşedanên li Sûriyeyê de tê naskirin, diyar kir ku hikûmeta Şamê li dijî êrîşên HTŞ’ê qet şer nekirine û got, “Çend mînakên mîna vê yên berê me dîtin. Hilweşîna Mûsilê ya sala 2014'an û hilweşîna Kabîlê ya sala 2021'an mînakên berbiçav ên vê rewşê ne. Dema ku em li bûyerên hatine jiyîn dinêrin, em dibînin ku rejîma Sûriyeyê di hundirê xwe de riziyaye û veguheriye avahiyek vala. Di heman demê de hêzên alîgirê rejîma Esad jî hatibûn asteke ku dawî li xwe bînin û çavkaniyên wê qedandin. Yek ji van hêzan Hîzbûllah e. Eger Hîzbûllahê nebûya rejîm di sala 2013'an de ne pêkan bû li ser desthilatdariyê bimaya. Hîzbûllah di şerê giran a bi Îsraîlê re çavkaniyên xwe winda kir. Li aliyê din stratejiya mîlîs û dîplomasiya Îranê ya ji bo Rojhilata Navîn gihîştiye nuqteya dawî û ketiye pozîsyoneke ku nikaribin xwe nû bikin. Rûsya jî, ji neçarî çavkaniyên xwe yên mirovî û leşkerî li qadeke şer a bê wate xerc dike. Bi kurtî hilweşîna hikûmeta Şamê ne ji ber bihêzbûna Heyet Tehrîr El Şam e, ji ber rizîbûna navxweyî bû.”
‘HTŞ’Ê JI HERÊMA DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE DEST BI OPERASYONÊ KIR’
Bozarslan, anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê hatine jiyîn berdewama êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê ne û wiha domand, “Kesî ne li bendê bû ku êrîşên 7'ê Cotmehê pêk werin. Piştî van êrîşan, di 8'ê Cotmehê de Hîzbûllahê dest bi êrîşên xwe kir û firsendeke girîng da Îsraîlê. Faeliyetên li Xeze û Lubnanê weke xweparastinê hatin pênasekirin. Ji wê pêvajoyê heta niha gelek caran di serfermandariya giştî û derdorên desthilatdar ên Îsraîlê de hatiye gotin ku divê Rojhilata Navîn ji nû ve bê dizyankirin. Girêdana herî krîtîk a vê planê Lubnan bû. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê têkiliyên di navbera Lubnan û Îranê de bên qutkirin û di vê çarçoveyê de Sûriye nebe pireke di navbera Lubnan û Îranê de. Ev nayê wê wateyê ku Îsraîl bi tevahî ji tiştên ku qewimîn berpirsiyar e. Di rastiyê de Îsraîl û DYE’yê jî texmîn nedikirin ku rejîma Sûriyê di nava rizîbûnek ewçend mezin de ye û di demeke kurt de hilweşe.”
Bozarslan, da xuyakirin ku HTŞ’ê ji herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de li Sûriyeyê dest bi operasyonê kirine û got ku diyar e ku beşeke girîng a çek, alavên wan û bi îhtimaleke mezin perwerdeya wan ji aliyê Tirkiyeyê hatiye dayîn.
‘XETERIYÊN MEZIN LI PÊŞIYA SÛRIYEYÊ HEYE’
Bozarslan, ji bo tabloya niha ya li Sûriyeyê got ku xeteriyên mezin heye û wiha axivî, “Xetereya yekem ew e ku hişmendiya milîsî berdewam dike. Di van 10-15 salên dawî de yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Sûriyeyê hebûna mantiqa milîsan û lawazbûna diyardeya dewletê ye. Di analîza dawî de, rejîma Esed veguherî tevgereke milîs û desthilatê bi milîsên din re parve kir. Li aliyê din HTŞ’ê hikûmeta xwe ava kir û li şûna dewletek reel û rasyonel, hêzek mîlîsî ji bo xwe hilbijart. Ev rewş dibe ku rê li ber avabûna milîsên din veke.
Xetereya duyemîn jî windakirina siberoja demokratîk a Sûriyeyê ye. Eger em sala 2011'an bînin bîra xwe, wê demê li Sûriyeyê bendewariya Sûriyeyeke piralî û laîk serdest bû. Her çend niha hewl dide xwe modern bide xuyakirin jî HTŞ’ê hînê tevgereke cîhadperest an jî îslamîstên radîkal e. Ev rewş ji bo siberojê fikareke cidî çêdike.
Xetereya sêyemîn jî li Sûriyeyê hebûna potansiyela şîdetê ye. Ev potansyel her tim hebû û ne diyar e ku wê çi bi xwe re bîne. Ev hêman xwedî têkîliyên berfireh ên navxweyî û çavkaniyên girîng ên şîdetê ne. Ev îhtîmala ku di pêşerojê de serî li şidetê bidin zêde dike.
Mijara çaremîn jî pirsgirêka Rojava ye. Tirkiye dixwaze Rojava tasfiye bike. Diyar e DYE jî armanc dike ku pêşî li senaryoyeke bi vî rengî bigire. Hê jî ne diyar e ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên di bin rêveberiya Trump de wê di kîjan astê de mudaxele li Sûriyê û pirsgirêka Kurd bike. Tê zanîn ku gelek navên ku weke rêveber hatine wezîfedarkirin dostên Kurdan in û yên di sala 2019’an de li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dane. Helwesta van kesan di vê pêvajoya nû de wê çawa be, mirov nikare teqez tiştek bibêje.
Mijara dawî jî pirsgirêka Îsraîlê ye. Îsraîlê temamiya Girên Golanê bi dest xistiye û tenê 40-50 kîlometre dûrî Şamê ye. Ev yek jî herî zêde wê li cîhana Ereb û bi taybetî jî li Sûriyeyê hin pirsgirêkan derxîne holê. Ne diyar e hikûmeta nû ya Sûriyeyê di vê mijarê de çi helwestê nîşan bide û wê bersiveke çawa bide. Her wiha niha ne diyar e ku dê hêviyên Îsraîlê ji Sûriyê çi bin. Ji ber van mijaran hemûyan, ne pêkane ku li ser siberoja Sûriyeyê şîroveyên teqez bên kirin.”
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Prof. Hamît Bozarslan, anî ziman ku xwe ragirtina Kurdan li rojavayê Firatê zehmet xuya dike û wiha dirêjî da gotina xwe, “Ev berdewama siyaseteke ku Tirkiye ji sala 1925'an ve dimeşîne ye û em dizanin ku li Sûriyeyê jî belav bûye. Îhtîmaleke mezin e ku DYE dê destûrê bide vê senaryoyê, lê dibe ku li rojhilatê Rojava konsolidasyonek pêk were. Bi ya min tevgerên Kurd di ferqa vê rewşê de ne. Li gorî agahiyên ku min ji çapemeniyê girtin; Tê gotin ku DYE di navbera QSD û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de li ser mijara Minbicê navbeynkariyê dike û lihevkirinek pêk hatiye. Eger ev rast be, eşkere ye ku em ber bi senaryoyeke bi vî rengî ve diçin.”