Li Mersînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Mersînê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Reşat Aşan jî di nav de 5 siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin.
Li Mersînê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Reşat Aşan jî di nav de 5 siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin.
Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mersînê Reşat Aşan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mersînê yên berê Fatmagul Demîrtag, Aleddîn Erdogan, Selman Gunbat, Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê yê berê Alî Tanriverdî û Faîk Kaplan di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatine binçavkirin.
Tê payin ku binçavkiriyan bibin Stenbolê.