ROJEVA 8’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

- Çalakiyên bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê bên lidarxistin, dê bên şopandin.

- Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, wê bên şopandin.

- Dogan Ozguden diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo derdorên pêşverû bûye hêvî û destnîşan kir ku divê dewlet gavên şênber bavêje.

- Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Rozerîn Ocalan diyar kir ku ji bo Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê mezin bibe û ji hemû cîhanê re bibe çavkaniya îlhamê, jinên berxwedêr ên li zindanan bi têkoşîn û berdêlan roleke mezin lîstine.

- ROJIN’ê bi wesîleya 8’ê Adarê bang li hemû hempîşeyên xwe kir ku li dijî her cure êrîş û gefan deng û gotinên xwe bikin yek, torên xwe yên hevpar xurt bikin û qada medyayê li ser navê jinan veguherînin zemînê têkoşînekê.

- KCDK-E’yê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, “8’ê Adarê serhildan û berxwedaneke li dijî mêtingeriyê ye.”

- Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça destnîşan kir ku jinên Kurd li cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn heta ku aştî û edalet pêk were, wê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.

- Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 8’ê Adarê axivîn û gotin, yekîtiya jinên cîhanê wê dawiya kapîtalîzmê bînin.

- Şervanên YPJ’ê yên li eniya berxwedanê li ber xwe didin 8’ê Adarê di serî şervanên YPJ’ê û hemû jinan pîroz kirin û gotin, “Divê ev roj ji bo her jinekê bibe roja azadiyê.”

- Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku tê xwestin ku Sûriyeyê car din bikişin nav şerekî bi xwîn û di 8’ê Adarê de bang li her kesê kir ku li dijî komkujiya li hemberî gelê Elewî hatî kirin, dengê xwe bilind bikin.

- KNK’ê diyar kir ku jinên ku 8’ê Adarê bi ked û cesareteke mezin 8’ê Adarê gihandine îro, dîrok dinivîsin û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

- CÎK’ê 8’ê Adarê pîroz kir û got, “Ji bo cîhaneke hîn azadtir, bila qet deng, dua û têkoşîna jinan kêm nebe.”