MECLÎSA CIWANAN A DEM PARTIYÊ
Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê, encamnameya civîna xwe ya piştî banga Rêber Apo, hat pêkanîn eşkere kir. Hat diyarkirin ku beriya civînê bi hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û di heman demê de heyeta Îmraliyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin û nîqaş hatin kirin.
Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê, bal kişand ser banga Rêber Apo û destnîşan kir ku tê xwestin Rojhilata Navîn bibe qurbaniya şerê cîhanê yê sêyemîn û hat gotin ku hawîrdora kaos û şer li ser jin, ciwan, zindî û gelan metirsiyek mezin çêdike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê serdemê de banga Rêber Apo ji bo mirovahiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku paradîgmaya netew-dewletê piştî bandorên xwe yên neyînî (komkujî, înkara çandî û hilweşîna civakî) yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, di sedsala 21'an de têk çûye û êdî hatiye rewşek wisa ku nekare bixebite.
Di daxuyaniya Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê de, hat destnîşan kirin ku hewldan û lêgerînên aştiyê yên Rêber Apo ji aliyê desthilatdariyên demên borî ve hatine îstîsmarkirin û bi komployan hatine bersivandin.
Di dawî de ji bo banga Rêber Apo jî ev tişt hate gotin, “Ji bo gelên ku mijarên jiyana hevpar in, ev derfet ji bo aramiya siyasî û exlaqî ya li herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Eger li ser bingeha tifaqa Kurd-Tirkan jiyana hevpar a gelan neyê ewlekirin, wê guhertinên ji aliyê hêzên sermayeya yekperest ve hatine plankirin li herêmê serdest bibin. Weke ciwan em ê weke hêza pêşeng a Civaka Demokratîk pêşengiyê ji pêvajoya veguherîna civakî ya nû re bikin û bi roleke aktîf a li her qadê re em ê gel tevlî pêvajoya demokratîk bikin. Em ê berpirsyariyên xwe yên li qadên weke perwerde, rêxistinbûyîn, çand, huner, spor, komun, meclîs û kooperatîfan bicih bînin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê şert û mercên Birêz Ocalan ê ku ji aliyê bi mîlyonan mirovî ve weke Rêber tê dîtin, bê başkirin. Heta ku ev yek pêk neyê pêvajo di aliyê bawerî û pratîk de wê qels bimîne.”