Rojnamevan Oznûr Deger wê girtî bimîne
Di rûniştina darizandina Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger de biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Di rûniştina darizandina Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger de biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger piştî ku 6'ê Sibatê li Mêrdînê hate binçavkirin, hate girtin.
Di rûniştina darizandina Oznûr Deger de ya li Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya 2'yemîn a Mêrdînê, parêzer Alî Karaman diyar kir ku parvekirinên li medya dîjîtal ên weke sûc hatine nîşandan hemû jî naveroka nûçeyan e.
Parêzer Alî Karaman xwest muwekîla wê Oznûr Deger bê berdan.
Dadgehê biryar da ku Oznûr Deger girtî bimîne.