Alimên olî piştgirî dan banga Rêber Apo

Komeleya Alimên Olî û platforma wê piştgirî dan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo.

ALIMÊN OLÎ

Komeleya Alimên Amedê (ÂLÎM-DER) der barê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo li avahiya komeleyê ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke ALÎM-DER’ê diyar dikin ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin perspektîfa demokratîk û aştiyane ya ku ji aliyê lîderan ve tê meşandin û ji bo serketina wê ji Xwedayê mezin re niyaz dikin.”

Melle Ebdulbarî Tiryakî jî got, “Bila ev meha bimbarek bibe wesîleya aştiyê. Me gelek zirar dît. Em êdî aştiyeke bi rûmet dixwazin.”

ÎZMÎR

Platforma Alimên Olî ya Îzmîrê li Komeleya Alîkariya Civakî û Piştevaniyê ya Pasûriyan a Bucayê daxuyanî da. Berdevkê Platforma Alimên Olî ya Îzmîrê Mele Ferzende Denîz wiha axivî: “Aştiya daîmî bi pêkanîna edaletê, avakirina civaka ku nasnameyên cuda xwe tê de bi ewle dibînin û bi rêzgirtina ji hev re pêk tê. Xwedayê mezin mirov bi ziman, reng û eşîrên cuda afirandiye û ev cihêrengî kiriye wesîleya hîkmet û rehmetê.”

Mele Ferzende wiha domand: “Em girîngiyê didin banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ya ji bo jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê û avakirina siberoja demokratîk û aştiya civakî."

ENQERE

Platforma Alimên Olî ya Enqereyê li avahiya DEM Partiyê ya bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) Mûşerref Geçer, endamê DÎK'ê Mele Zekî Korkmaz, Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat û rêveberên bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Platforma Alimên Olî Diyadîn Firat daxuyanî da û diyar kir ku banga dîrokî ya Rêber Apo bû wesîleya ku bi hêviya aştiyê bikevin Meha Remezanê.