Çepnî: Divê em gelên Tirkiyeyê bikin aliyekî vê pêvajoyê

Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî got, "Divê em li ber wan bisekinin, ji bo daxwazên demokrasî, azadî û edaletê yên gelê Kurd bi cih bînin" û destnîşan kir ku di encama têkoşînê de wê desthilatdarî gavê biavêje.

Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo, PKK'ê qebûl kir ku çekan dîne. Niha jî ji bo çareseriyê tê payin gavên nû bêne avêtin û hevdîtinên cuda werin kirin.

Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî destnîşan kir, ev rêya ku hîn nav lê nehatiye kirin hem xwedî dînamîkên navneteweyî ne, hem jî weke encamek ji têkoşîna gelê Kurd hatiye afirandin.

Mûrat Çepnî anî ziman ku di nêrîna hikumetê de hîn guhertinek nehatiye kirin, têkoşîna gel wê di mijara gavavêtina hikumetê de diyarker be û got, "Mecbûriyetên heyî kir ku herdu aliyên şer gavekê biavêjin û perspektîfekê biafirînin. Lê belê li aliyê dewleta Tirkiyeyê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hîn perspektîfek, nêzîkatiyek, guhertineke polîtîk nîne. Hîn jî bi gotina 'Tirkiyeya bê terorê' pênase dikin. Dibêjî qey hin Kurd hene ku 'teror' kirine, tevgerên zêde kirine û em ê wan ji holê rakin; lê belê li holê pirsgirêka Kur nîne'. Bi vî çavî lê dinihêrin.

Dibêjî qey asîmîlasyon û înkara sedsalî ya li hemberî Kurdan nîne ku tenê 'pirsgirêka terorê' heye û propagandaya welê dike ku li hemberî vê yekê têdikoşin. Lewma li holê demokratîkbûneke rasteqîn, perspektîfa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li aliyê dewletê nehatiye bilêvkirin.

Bêguman ev pêvajo bi bangê destpê nekir. Bêguman bi silavdayina li hev jî destpê nekir. Detayên vê yekê wê di dema bê de were dîtin. Lê belê dewlet bi gotina 'Em di vê mijarê de danûstandinan nakin, pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye' nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku bi encaman re eleqedar dibe û xwe nêzî sedeman nake. Lewma rîskên xwe yên mezin hene, ji ber ku dewleta Komara Tirkiyeyê ne tenê têkildarî Kurdan her wiha têkildarî Elewiyan, çîna karker, jinan çi derfet hebin xwedî feraseteke siyasî ye ku wan hemûyan tasfiye bike. Ji ber vê yekê bêguman bawerî bi vê ferasetê nayê. Ev eşkere ye. Eger wê gav bê avêtin, ev yek wê bi têkoşînê bibe. Lewma ji bo pirsa 'Gelo dewlet wê van gavan biavêje yan na' divê em yekser vê bersivê bidin: Eger em dixwazin gavê biavêje, em neçar in ji bo vê yekê têkoşîneke xurt bimeşînin."

'DIVÊ EM GELÊ KEDKAR BI RÊXISTIN BIKIN'

Mûrat Çepnî bal kişand ser kar û berpirsyariya hêzên ked û demokrasiyê û got, "Gelê Kurd bi giranî bi tenê hate hiştin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi tenê hate hiştin. Berpirsyarê herî mezin ê vê jî di serî de tevgera sosyalîst û kedkar a Tirkiyeyê ye.

Eger em weke hêzên ked û demokrasiyê û tevgera sosyalîst nekariye bi milyonan karker û kedkarên bi polîtîkayên şoven ên desthilatdariyê bi jehr bûne bi rêxistin bikin, berpirsyarê vê jî em in. Ji ber ku me nekarî li hemberî şovenîzmê têkoşîneke xurt bimeşînin, ev dewlet bi hêsanî budçe, stratejî û taktîkên xwe li ser dijberiya li Kurdan diyar dike.

Divê em kedkar û karkerên Tirkiyeyê, gelên kedkar xwe weke parçeyekî yekser ê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bibînin. Dİ serî de gelê Tirk ê kedkar divê em gelan hemûyan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bikin aliyek. Di her karê xwe de divê em vê yekê bikin."