Piştî banga Rêber Apo Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ên ku bi partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tînin, piştî hevdîtina li geş EMEP û CHP’ê li Navenda Giştî ya Partiya DEVA'yê bi Serokê Giştî Alî Babacan re hevdîtinek pêk anîn.
Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar hate lidarxistin.
BABACAN: DIVÊ NEXŞERÊ HEBE
Di civînê de destpêkê Alî Babacan axivî û diyar kir ku giringiyê didin pêvajoyê. Babacan destnîşan kir ku çareserî zehmet e û ev yek anîn ziman: ‘’Çareserî zehmet e, tu kes bi awayekî amade pêşkêşî kesî nake û divê bi awayekî girîng were nirxandin. Lê belê em weke Partiya DEVA'yê piştgiriyê didin ihtimala aşitiyê ya herî biçûk jî. Jixwe me ev yek hê di roja ewil de diyar kiribû. Em hê li ser fikra xwe ne.’’
Babacan diyar kir ku divê nexşerêyek hebe û got: ‘’Me hê ev nexşerê nedîtiye. Ji bo aşitiyê biryardarî hewce ye. Gelo ev biryardarî bi rastî jî li gel desthilatdariyê û li gel her du hevkarên wê heye? Me ev yek nedîtiye. Ji bo çareseriyê îradeya siyasî şert e lê belê ne diyar e ku Birêz Erdogan têkildarî vê yekê çi difikire. Her wiha heya niha îradeyeke siyasî ya qewî jî nehatiye nîşandan. Dema ku biryardarî, nexşerê û îradeya siyasî nebin, weke me beriya niha jî anî ziman em weke xweşbînîyeke bipivan dişopînin.’’
BAKIRHAN: BANGEKE KU JIYANA WEKHEV PÊŞKÊŞ DIKE
Bakirhan jî da diyarkirin ku pêvajoyeke gelekî girîng rû dide û ev yek anîn ziman: ‘’Bangeke ku 85 milyon welatiyan eleqedar dike, hate kirin. Ku ev bang jiyana wekhev û demokratîk ya 85 milyon welatiyan pêşkêş dike. Ji bo parvekirina vê bangê ya li gel partiyên siyasî me dest bi hevdîtinan kir û me niha jî li gel Partiya DEVA'yê hevdîtina xwe pêk anî. Nîqaşên girîng çêbûn û me ji tecrûbeyên berê yên Birêz Babacan û ekîpa wî jî sûd wergirt. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û rastfêmkirin û rastnîqaşkirina pêvajoyê gelekî girîng e. Bangek hate kirin. Bangeke wisa ye ku dê şer pevçûnên ku 50 sal in li welêt rû didin bi dawî bike û dê êdî têkoşîna ji bo mafan li ser zemîneke demokratîk were meşandin. Di van 50 salî de gelekî windahiyên Tirkiyeyê yên weke enerjî û aborî çêbûn. Bandor li seranserê Tirkiyeyê kir.
‘DIVÊ ÊDÎ PÊNGAVÊN HEWCE WERIN AVÊTIN’
A niha bangeke ku van bandorên neyînî li holê rake û li Tirkiyeyê di serî de gelê Kurd, Elewî û gel û baweriyên din, rê li ber pêşiya pêkvejiyana demokratîk veke,hate kirin; em gelekî girîng dibînin û qîmetê didin vê bangê. Em diyar dikin ku divê egerên vê bangê ji aliyê kesên ku bang lê hatî kirin ve, werin bicihanîn. Divê ne tenê weke bimîne û êdî pêngavên hewce werin avêtin. Ji ber vê yekê divê civak li vê bangê xwedî derkeve. Beriya niha jî bangên ku bi tenê ji însafa desthilatdariyê re mayîn hatin kirin. Me got ku dê ji vê yekê baştir bibe. Em bang dikin ku bêyî ku were dirêjkirin hemû kes erk û berpirsiyariyên xwe yên têkildarî vê mijarê bi cih bînin.
‘NÊZÎKATIYA ME YA TÊKILDARÎ SÛRIYEYÊ PIR EŞKERE YE’
Nêzîkatıya me ya têkildarî Sûriyeyê pir eşkere ye. Divê Sûriye bibe komareke demokratîk. Ev 100 sal in Sûriye li cihê xwe ye û divê ji êşên zîhniyeta yekperest ên li gelan û baweriyên cuda dane kişandin, were rizgarkirin. Divê rejîm veguhere karektereke wisa ku Kurd, Elewî, Durzî, Xirisyan û hemû gel û baweriyên li wir hembêz bike. Em qetilkirina Elewiyên li Sûriyeyê şermezar dikin, ev ne rast e. Divê rejîm tedbîrên vê yekê yên hewce bistîne. Divê bi bang, pratîk û pêngavên xwe bi berfirehî tev bigere. Pêvajoyên ku bi mantiqa yekperest tên nirxandin, dikarin wern sabotekirin jî. Ev yek dê bibin sedem ku li Sûriyeyê ji nû ve şer û pevçûn dest pê bikin. Ji ber vê yekê li Sûriyeyê, Tirkiyeyê û li seranserê cîhanê tekane rêya pêşîlêgirtina destwerdanên derve, heye; demekratîkbûyîn, naskirina cudahiyan û rêzgirtina li hemberî cudahiyan e.
EM Ê PÊVAJOYÊ LI GEL DÎNAMÎKÊN CIVAKÊ YÊN DIN JÎ BI RÊ VE BIBIN’
Hêvî dikim ku ev banga ku di vê meha Remazanê de hatî kirin, bê bersiz nemîne. Di civîn û seredanên me de hestên hevpar derdikevin holê. Beriya niha tu caran li Tirkiyeyê têkildarî vê bangê helwesteke wiha ya erênî nehatibû nîşandan. Ne tenê siyasetmedar, civak bi xwe jî êdî dibêje ku bila êş nebin, xwîn nerije, bila li vî welatî demokrasî hebe û bila her kes bi rengê xwe weke welatiyên wekhev bijî. Ev bang jî têkildarî van yekan e. ji bo ku ev bang were bicihanîn û civak piştgiriyê bidiyê, weke DEM Partiyê em ê vê pêvajoyê li gel dînamîkên civakê yên din jî bi rê ve bibin. Hêvî dikim ku di dawiyê de em ê li gorî armanca vê bangê, li vî welatî bibînin ku bang veguheriye pêvajoya aşitiyê. Em ê bi vê bangê aşitiya ku li vî welatî tê hêvîkirin, pêk bînin.’’