Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji ANF'ê re nirxand.
Kurkçu anî ziman ku tevgera PKK'ê di dîrokê de yekemcar ji bo çekdanînê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî amadekariyê dike ku gavê biavêje û got, "Berê, di navbera salên 2000 û 2002'an de forma rêxistinî hatibû guhertin, ya jî bi rengekî yekalî eşkere kiribû ku dawî li şerê çekdarî aniye. Lê belê bi pêşniyara Ocalan re PKK'ê soz da ku bê şert û merc dawî li şerê çekdarî bîne û rêxistiniya xwe ya 40 salî ji hev belav bike. Ev rewş hewldaneke dîrokî û diyarker e ku mohra xwe li 40 salî xistiye. Kî çawa dinirxîne bila binirxîne, biecibîne yuan jî na, ev biryar gelekî krîtîk û diyarker e. Ev biryara ji bo bidawîkirina hebûna PKK'ê ji her alî ve gaveke gelekî diyarker e.
Ev pêvajo ji bo çareseriya pirsgirêk û şerê 100 salên dawî ku ji ber meseleya Kurd rû dan, firsendeke mezin e. Di heman demê de hin rîskên wê jî hene. Dema ku ji vê çarçoveyê bê nirxandin, eşkere dibe ku deriyê pêvajoyeke gelekî girîng vebûye."
'JI BO RÊVEBIRINA PÊVAJOYÊ DIVÊ ŞERT Û MERC BÊNE AFIRANDIN'
Kurkçu destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bê birêvebirin divê Rêber Apo karibe bi awayekî azad tevbigere, xwedî rê û derfetên ragihandinê be û bi vî rengî dewam kir: "Abdullah Ocalan berpirsyariya vê pêvajoyê da ser milê xwe. Ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi rê ve biçe û bi bandor be, pêwîste têkildarî şexsê Abdullah Ocalan hin sererastkirin bêne kirin. Ev berpirsyariya ku li ser milê Abdullah Ocalan e, heta ku şert û mercên heyî bi vî rengî bimîne wê gelekî giran be ku rake. Karê ku bê kirin di nava şert û mercên tecrîdê de, bi derfetên kêm û çavkaniyên kêm nikare bê kirin. Karê Abdullah Ocalan bi banga li PKK'ê ya ji bo çekdanînê neqediya, hîn nû destpê dike. Ji bo karibe pêvajoyê bi rê ve bibe divê karekî hîn berfireh bike.
Eger Abdullah Ocalan di halê hazir de nikaribe ji Girtîgeha Îmraliyê derkeve jî qet nebe divê li derveyî girtîgehê li qadekê sererastkirinên pêwîst jê re bê kirin ku karibe lê bixebite û pêvajoya hevdîtin û danûstandinan bimeşîne. Ev yek divê ne tenê avakirina qadeke fîzîkî be; her wiha divê li ser zemîneke hiqûqî bê rûniştandin. Di rewşeke welê de ku pêwîstî bi agahiyên nû heye, nepêkan e ku Abdullah Ocalan tenê bi tecrûbeyên xwe bi tena serê xwe pêvajoyê bi rê ve bibe. Her wiha ji bo agahî jê re bê ragihandin divê qenalên ragihandinê vekirî bin. Serdana ji Abdullah Ocalan re di vê çarçoveyê de gelekî girîng e.
'TÊKILDARÎ PKK'Ê PÊWÎSTÎ BI SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ HEYE'
Divê kesên ku di encama operasyonên têkildarî PKK'ê de hatine girtin, têne darizandin û pêvajoyên darizandinê hemû yên têkildarî PKK'ê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bêne nirxandin û dozên têkildarî rêxistinê hemû bêne betalkirin. Ev yek ji bo bicihanîna edaletê û rêvebirina pêvajoyê gaveke krîtîk a neçarî ye ku divê bê avêtin. Eger li holê 'rêxistin' tine be, hingî yên ku bi hinceta endametiya rêxistinê tevgeriyan e' hatin sûcdarkirin, ev sûcdarî divê ji holê bêne rakirin. Bi deh hezaran mirovên bi endametiya rêxistinê hatin darizandin divê ji sûcên xwe yên berê bêne rizgarkirin û werin berdan. Banga Ocalan eger wê encamên pratîkî bi xwe re bîne, di vê çarçoveyê de ji bo yên girtî û malbatên wan pêvajoyeke nû, guhertinekê biafirîne.
Ev pêvajo, weke berî û piştî banga Ocalan divê weke guhertineke rasteqîn bê nirxandin. Her wiha ji bo pêvajo têk neçe, pêwîste encamên xwe yên şênber tavilê bêne dîtin. Tenê bi vî rengî têkiliya bi gelê Kurd re dikare bê xurtkirin û baweriya bi pêvajoyê re zêde bibe."
Kurkçu diyar kir ku divê neyê jibîrkirin, yê ku vê pêvajoyê bi temamî bi rê ve bibe Qesr e û got, "Yanî Erdogan e. Erka Bahçelî nîne ku yekser biryarê werbigire. Erka ku fermanê bide dozgeran, walîtiyan an jî Wezareta Edaletê yekser bi Erdogan re ye, bi AKP'ê re ye. Lê belê heta niha me nedîtiye ku Erdogan di vê mijarê de îrade nîşan daye."
'PÊWÎSTE MEDYA JÎ BIGUHERE'
Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku zimanê medya li Tirkiyeyê, ku xwe dispêre xeta weşanê ya saziyên medyayê yên di bin kontrola hikumetê de ne, di mijara nîşandana rast a pêvajoyê de kêm naye û destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi rê ve biçe ev rewş divê bê guhertin.