ROJEVA 11'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wê li Deriyê Mêrdînê yê Amedê û Otela AS Pera ya li Şîşhane ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê Deklarasyona Newrozê bê eşkerekirin.
Bûyerên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27'ê Sibatê wê bê şopandin.
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku pêvajoya bi banga Rêber Apo destpê kir ji bo bi rengekî erênî bi rê ve biçe divê zemîna hiqûqî bê amadekirin û qada kar bê afirandin.
Salih Muslim ji bo metna ji aliyê Mazlûm Ebdî û Ahmed El Şaraa ve hate îmzekirin got, 'Şoreşa Rojava qewîn bûye' û destnîşan kir ku di nameya Rêber Apo de ji bo Rojava banga bêçekbûnê nîne, peymana hatiye mohrkirin jî li gorî nameya Rêber Apo ye.
Ji fermandarên YPJ'ê Şîlan Şoreş ku di çepera berxwedanê ya Qereqozaxê de ye got, "Bi saya gelê xwe em ewqasî bi xurtî û bi moral şer dikin, li ber xwe didin. Heta ku şer dewam bike em ê li ber xwe bidin û xaka xwe azad bikin."
Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî got, "Divê em li ber wan bisekinin, ji bo daxwazên demokrasî, azadî û edaletê yên gelê Kurd bi cih bînin" û destnîşan kir ku di encama têkoşînê de wê desthilatdarî gavê biavêje.