Ciwanên Rihayê banga tevlîbûna meşa Amarayê kirin

Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Rihayê banga tevlîbûna meşa “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" kir ku wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve bê lidarxistin.

Daxuyaniya çapemeniyê li pêşiya mala ku Rêber Apo lê jidayik bû hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Kurdistana Azad” hate vekirin.

Daxuyanî ji aliyê Seyît Ahmet Şahîn ve hate xwendin. Şahîn diyar kir ku meş xwedî berpirsyartiyekî dîrokî ye.

Şahîn destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girêdayî azadiya gelan e û bang li ciwanan kir ku tevlî meşê bibin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ciwan di wê baweriyê de ne ku aşitî û demokrasî tenê bi azadiyê pêkan e û em ê gavên xwe yên di vê rêyê de bidomînin. Em bang li ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku em ji Amedê heta Amarayê bimeşin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.