ROJEVA 27'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê were şopandin.

Parlamenterê Swîsreyî Nicolas Walder diyar kir ku Swîsre di navbera Tirkiye û PKK'ê de dikare navbeynkariyê bike û got, "Divê dewleta Tirk ji dil nêzî pêvajoyê bibe û gava şênber biavêje. Gava destpêkê jî divê azadiya Birêz Ocalan be."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Dewltea Tirk ku ji sala 2016'an û vir ve bajarên Sûriyeyê dagir kiriye, li herêmên dagirkirî kiryarên li dijî mirovahiyê dike. Gelên ku warê wan hatiye dagirkirin dixwazin dawî li dagirkeriyê bê û hesab ji sûcên hatine kirin bê pirsîn.

Bûyerên piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû wê werin şopandin.