2 rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqere û Stenbolê di serdegirtinên malan de rojnamevan Elîf Bayburt û Nîsa Sude Demîrel jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Li Stenbol û Enqereyê îro jî bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt û nûçegihana Rrojnameya Evrenselê Nîsa Sûde Demîrel hatin binçavkirin.  

Rojnamevan birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Her du rojnamevanan jî çalakiyên protestoyî yên li dijî lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dişopandin.

Her wiha li Enqereyê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de xwendekar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.