Li fakulteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykotê destpê kir
Li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Anadolûyê ku Alî Îsmaîl Korkmaz ê di Berxwedana Gezî de hate qetilkirin lê xwendekar bû, biryara boykotkirina dersan hate wergirtin.
Li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Anadolûyê ku Alî Îsmaîl Korkmaz ê di Berxwedana Gezî de hate qetilkirin lê xwendekar bû, biryara boykotkirina dersan hate wergirtin.
Xwendekar li ber fakulteyê ya li Eskîşehîrê li hev kom bûn û li ber pankarta bi nivîsa 'Fakulteya Alî Îsmaîl di boykotê de ye' daxuyaniyek dan.
Ji xwendekaran Orhan Yuksel anî ziman ku wê li hemberî zextên li ser mafê hilbijartinê bêdeng nemînin û bang li akademîsyenan kir ku piştgiriyê bidin boykota wan.
Yuksel got, "Ev der fakulteya Alî Îsmaîl Korkmaz e. Em ji bo xeyalên wî li vê derê ne."
Alî Îsmaîl Korkmaz sala 2013'an bi armanca piştgiriya çalakiyên şermezarkirinê yên Parka Gezî de beşdarî meşekê bûbû, lê bi êrîşa polîsan û komeke bi ço hatibû qetilkirin.