Parêzerên Yuksekdag gilî kirin
Parêzeran giliyê pêkanînên li dijî Yuksekdag kirin.
Parêzeran giliyê pêkanînên li dijî Yuksekdag kirin.
Parêzerên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji ber ku hevdîtinên parêzeran ên bi Yuksekdag re 3 mehan bi deng û dîmen hatin qeydkirin, di dema hevdîtinan de wezîfedarek amade bûn û belgeyên radestî Yuksekdag dihatin kirin hatine desteserkirin, li 4. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê îtiraz kirin.
Parêzeran, her wiha ji ber desteserkirnia notên Yuksekdag ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Tıpa F ya Kocaeliyê ve hatin desteserkirin û pêşî li tevlîbûna parêzeran li rûniştina dozê girtiye, li dijî midûrên yekemîn û duyemîn ên vê girtîgehê û karmendên girtîgehê li cem Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kirin.