Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku duh li paytexta Belçîka Brukselê li Parlamenta Ewropayê (PE) dest pê kir, dewam dike. Di beşa dawî ya duh de Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim, di rûniştina bi sernavê "Ji bo Rojhilata navîn rêveberiyên demokrasiyê yên alternatîf" axivî. Muslim di beşeke taybet a konferansê de bersiv da pirsên nivîskarê Amerîkî Carna Ross û rojnamevanê xwedî tecrûbe yê Îngilîz Jonathan Steelle. Ev hevpeyvîn bi qasî saetekê dewam kir. Salih Muslim li ser mijarên Rojhilata Navîn, Sûriye, Rojava û daxwazên xwe axivî.
'SÎSTEMA EM DIXWAZIN AVA BIKIN, JI BO HEMÛ HERÊMÊ YE'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li Rojhilata Navîn û got, "Gelê Kurd îro li herêmê ji bo hemû gelan têdikoşe. Ev nirxên însanî ne. Di rewşa heyî de êrîşeke mezin li van nirxan tê kirin. Kurd jî hewl didin van nirxan biparêzin. Lewma gelê Kurd bi lehengî li ber xwe didin. Ji ber vê yekê, gelê me yê bi peymana Sykes-Pîcot berî sed salan ji hev hate parçekirin, îro ev peyman pûç kiriye."
Muslim destnîşan kir, sîstema ew dixwazin li Rojava bidin rûniştandin ji bo tevahiya herêmê modelek e û wiha dewam kir: "Lazim e zîhniyeta netewe dewletê bê guhertin. Li dijî zîhniyeta zayendîparêz, divê şoreş bê kirin. Ya ku em dixwazin îro li herêmê bikin jî ev e."
Salih Muslim işaret bi êrîşa dewleta Tirk a li dijî Rojava û Sûriyeyê kir û got, "Zîhniyeta li hemberî me, êrîşî hemû destketiyên Kurdan dike. Dibêje 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye'. DAIŞ û komên cîhadî ji ezmanan nehatin xwarê. Tirkiyeyê û welatên mîna wê, ev kom kirin belayê serê herêmê. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re hê dewam dike. Eger jê bê, wê hemû destketiyên li Rojava biqedîne. Wê êrîşî destketiyên li Başûrê Kurdistanê jî bike."
'DIVÊ REQA JI DAIŞ'Ê WERE PAQIJKIRIN'
Salih Muslim têkiliyên xwe yên bi DYA re jî nirxand û got, "DYA hewl da Kurdan bi kar bîne. Lê çi bû? Dema Kurdan pêşî li DAIŞ'ê girtin, hingî ew keşf kirin. Sîstema Kurdan fêhm kirin. Cîhan tev niha me nas dike. Lê pirseke bi vî rengî heye: DYA, Kurdên ku qebûl nedikir, wê niha çawa qebûl bike? Em dixwazin têkiliyên xwe xurtir bikin. Berê em red dikirin, lê niha yekser bi me re hevdîtinan dikin. Mîna berê ji Tirkan, ji Erebîstana Siûdî napirsin. Bêguman hê hin ji wan, ji ber ku xwe ji Tirkiyeyê vedigirin, bi me re hevdîtinê nakin."
Muslim civînên Neteweyên Yekbûyî rexne kir û anî ziman, divê bang li wan bikin. Têkildarî pirsa "Tê gotin, têkiliya we bi rejîma Esad re heye?" Muslim got, "Me tenê xwe parast, me xeta xwe diyar kir. Me gelê xwe ewle kir û li dijî DAIŞ'ê bi koalîsyona navneteweyî re bi hevparî tevgeriyan."
Salih Muslim operasyona Reqayê jî nirxand û wiha dewam kir: "Reqa cihekî stratejîk e. Gelekî nêzî Kobanê ye. Ji bo ewlekariya Rojava me dest bi vê operasyonê kir. Em ê nehêlin DAIŞ Reqayê bi kar bîne. Lazim e ew der ji DAIŞ'ê bê paqijkirin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin, ku ambargoya li ser Rojava dewam dike û tevî vê yekê jî ew hewl didin sîstema xwe ya civakî û aborî ava bikin.