Dozgeriya Tirk di lêpirsîna kuştina Elvan de pêwîstî bi şopandina 42 gumanbaran nedît
Lêpirsîna li ser kuştina Berkîn Elvan qediya. Dozgeriya Tirk, di vê lêpirsînê de biryar da ku 42 'gumanbar' neyên şopandin.
Lêpirsîna li ser kuştina Berkîn Elvan qediya. Dozgeriya Tirk, di vê lêpirsînê de biryar da ku 42 'gumanbar' neyên şopandin.
Lêpirsîna li ser kuştina Berkîn Elvan, ku di dema berxwedana Parka Gezî de roja 16'ê Hezîrana 2013'an bi fîşeka gazê ya polîsan bi zanebûn li Okmeydani hate kuştin, veguherî dozê. Doz piştî 1270 rojî hat vekirin. Di gilînameyê de hat xwestin, polîsê bersûc F.D. ji ber sûcê 'kuştina mirov bi zanebûn' heta bi hetayê li girtîgehê bê girtin.
Rûniştina dozê, piştî ku gilîname hate qebûlkirin wê li 17. Dadgeha Cezayê Giran pêk were.
Dozgeriyê di vê lêpirsînê de biryar da ku 42 'gumanbaran' neşopîne.
Polîs F.D. di îfadeya xwe de gotibû, nayê bîra wî ku li cihê bûyerê çeka ZET bi kar aniye yan na.