Ji Uruguayê piştgirî ji bo HDP’ê û hişyarî li AKP’ê
Uruguayê êrîşên siyasî yên qirker ên AKP’ê şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo HDP’ê nîşan da.
Uruguayê êrîşên siyasî yên qirker ên AKP’ê şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo HDP’ê nîşan da.
Meclîsa Jinan a Parlementa Komara Rojhilat a Uruguayê û Maseya Polîtîk a Berfireh a li hikûmetê êrîşên li ser HDP’ê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşên dij demokratîk ên Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan ên li ser HDP’ê û hate diyarkirin ku li ser heqê siyasî yên gel zext û zordarî hene, her wiha li ser çapemeniyê êrîş hene.
Maseya Polîtîk a Eniya Berfireh diyar kir, ew ê piştevanê HDP’ê bin û her wiha hemû çewisandiyên li Tirkiyê û hate xwestin ku Ewropa û hêzên demokratîk dengê xwe li AKP’ê bikin.
'TEVBIGERIN'
Meclîsa Jinan jî got, "Em bi wekîlên HDP’ê re piştevaniya xwe ya teqez û xurt nîşan didin. Em bang li hemû hêzên demokratîk ên li welatê xwe dikin ku ji bo piştevaniyê tevbigerin. Di rewşên wiha de ku heqê demokratîk têne binpêrkirin, li hemû qadan ku em ji bo van mafan biparêzin hazir dibin, li hemû deveran tevbigerin."
Meclîsê di daxuyaniya xwe de ji bo ku rêgez cihêtiya hêzan bi awayekî bêsînor were parastin, ku ev hewceyiyeke dewleta demokratîk e, bang li hikûmeta Tirk kir.