13. Konferansa Kurd li Parlamentoya Ewropayê destpê kir

Li Parlamentoya Ewropayê (PE), 13’emîn Konferansa Kurd destpê kir. Serokê Koma Çep a PE Gabî Zîmmer diyar kir ku Tirkiye bi dîktatortiyê tê birêvebirin, got; “Divê YE li beramberî vê bêdeng nemîne.”

Li Parlamentoya Ewropayê (PE), 13’emîn Konferansa Kurd destpê kir. Konferans ku bi serenavê “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” destpê kir, bi desteka komên herî mezin ên PE, Keskan û Sosyal Demokratan pêk tê.

Konferans bi pêşengiya Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Desmond Tûtû yê Başûrê Afrîkayê, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ya Îranî, Qasidê Niyeta Pak a Konseya Ewropayê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Îngîlîz Bîanca Jagger, Nivîskarê DYA’yî Prof. Noam Chomsky, Xwediya Xelata Azadiyê ya Sakharov, Xelata Raftoyê Leyla Zana pêk tê. Di konferansê de ku wê du rojan dewam bike, wê li ser sala 100’emîn a hevpeymana Sykes-Picot, Rêka derketina ji krîza Rojhilata Navîn, rola Kurdan û her wiha zextên li ser HDP’ê û Erdoganê dibe dîktator bên gotin. Di konferansê de ji cîhana siyasî ya Ewropa û Kurdan gelek kes amade bûn. Konferans di serî de Kurdî bi gelek zimanan tê dayîn.

WESTRHEÎM: EM ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKIN

Axaftina destpêkê ya konferansê ku bi serenavê “Tirkiye, Kurd û li Rojhilata Navîn şer-Li Tirkiyeyê demokrasî hat betalkirin, DAÎŞ û krîza li Rojhilata Navîn” hat lidarxistin, ji Zanîngeha Bergenê Karîane Westrheîm, Serokê Koma Çep a YE Gabî Zîmmer, Endamê PE û Ji Komîsyona Sosyalîst û Demokratîk Serokê Karên Derve Josef Weîdenholzer û Endamê Kongreya Başûrê Afrîkayê Ebrahîm Ebrahîm kir.

Li vir Karîane Westreheîm axivî, bal kişand ser rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn û ev gotin;

“Axên ku li Hevpeymana Sewrê ji bo Kurdan hatin weedkirin nehatin dayîn. Bi Lozanê re sînor hatin xetkirin. Xeyalê Kurdan ê dewletê ket avê. Îro 45 mîlyon Kurd Sykes-Pîcotê red dikin. Ji wê rojê ve Kurd gelekî guherîn. Kurd û gelê herêmê ji ber agirê li Rojhilata Navîn gelekî dikşînin. Erdogan jî bi desteka xwe ya Îslamîstan ve li herêmê vî agirî geş dike.

Li ser Bakurê Kurdistanê zext heye. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, serkeftina HDP’ê, hikûmeta AKP’ê hê xirabtir kir. Pêvajoya aştiyê çû. Polîtîkayên salên 90’î ketin dewrê. Bû pirsgirêkek texrîbkar. Erdogan, 43 hevşaredarên Kurdan girt. Ji 15’ê Tîrmehê ve li dijî hejmarek mezin nûnerên gel darbe kir. Bûyer, ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin diqewime. Saziyên Yekîtiya Ewropayê, NATO’yê ji AKP’ê re negotine raweste. Lewma jî Erdogan bi bawerî ev polîtîka pêk anîne. Divê Ewropa li ser Tirkiyeyê zextê çêbike, li dijî van sepanînên antî demokratîk bêdeng nemîne.”

Westrheim, diyar kir ku PKK ji bo çareseriyê aktorekî mezin e û divê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. Karîane Westrheim ji bo aştiyê jî xwest ku Ocalan azad bibe.

ZÎMMER: BAJARÊN KURDAN HATIN HILWEŞANDIN

Serokê Koma Çep a YE Gabî Zîmmer jî wiha axivî; “Heta niha me qala mafên mirovan, demokrasiyê kir û em daxivin jî. Li vir lêgerîna me ya çareseriya demokratîk e. Bi taybet jî ji bo Kurdan. Niha em li Tirkiyeyê rewşeke ku heta niha di dîroka Ewropayê de nehatiye dîtin dijîn. Erdogan demokrasiya li Tirkiyeyê vediguherîne dîktatoriyê. Ev giştî li ber çavên me pêk tên. Mafên mirovan tên binpêkirin. Yek zilamî li dijî gel şer daye destpêkirin. Di lîsteya dîktatoran de cih digre. Lê mixabin, YE wek alîkarê wî disekine. Di mijara penaberan de jî divê em teslîmî Tirkiyeyê nebin.

Li Tirkiyeyê bajar, tax hatin hilweşandin. Di têkoşîna Kobanê de Ewropa bêdeng ma, em van dizanin. Der heqê parlamenterên HDP’ê jî yasayên YE hatin îstîsmarkirin. Em dixwazin muzakereyên bi Tirkiyeyê re bên rawestandin. Ne bi temamî betalkirin, rawestandin. Em Tirkiyeya ku rêzê dide mafên her kesî dixwazin. Em dixwazin pêkanîn li ser Tirkiyeyê hebin. Em ne li dijî gel, li dijî dîktator in. Nihal i Tirkiyeyê dîktatoriyek heye ku YE çavê xwe lê girtiye. Em naxwazin bi ti şiklî bi vê zihniyetê re li ser maseyê bê rûniştandin. Em nabêjin, Tirkiye, hikûmeta Erdogan e.”

WEÎDENHOLEZER: DIVÊ EWROPA PIŞTGIRIYÊ BIDE KURDAN

Serokê Karê Derve yê Komîsyona Demokratîk û Sosyalîst û Endamê Parlamentoya YE’yê Josef Weîdenholzer jî axivî û axaftinên Hevserokê Meclîsa Cizîrê yê ku di dema jêrzemîna berxwedana Cizîrê de bi bîr xist. Weîdenholzer wiha got: “Ew hevrêyê me mixabin di jêrzemîna hovîtiyê de hate qetilkirin. Tevî hemû van kiryaran jî lêgerîna aştiyê bi wate ye.” Weîdenholzer diyar kir ku dema ku Cizîr, Nisêbîn, Amed û hatin hilweşandin û Kobanê bi erdêre hate yekirin ev bûn û got: “Li Tirkiyeyê gelek bajar hatin hilweşandin. Kobanê bi erdê re hatin yekkirin. Parlamenterên HDP’ê hatin girtin, hevşaredarên DBP’ê li girtîgehan in. Ev pir metirsîdar in.”

Weîdenholzel behsa biryarên YE’ya der barê Tirkiyeyê de hatine girtin jî kir û ev tişt got: “Di rûniştina herî dawî de me biryarek girt. Bi vê biryarê jî me hêzê xwe ya pêkanînê jî dît. Rola YE’yê mezin e. Biryara ku hate girtin koman derbas dike, mijareke girîng e.”

Wîedenholzer bûyerên ku li Rojava jî diqewimin nirxand û wiha pê de çû: “Wan li Kobanê, Minbic û Rojava têkoşîn meşandin. Min ew têkoşîn bi çavê xwe dît. Lê divê Yekîtiya Ewropa piştgirî bike. Pêwîstiya wan bi me heye. Divê em berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

EBRAHÎM: DIVÊ OCALAN BÊ AZADKIRIN

Endamê Kongreya Başûrê Ewropa Ebrahîm Berahîm jî axivî û behsa ezmûnên ku li Başûrê Afrîkayê kir û wiha pê de çû: “Çi dibe bila bibe divê mirovekî li welatê bijî azad be. Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çi Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Xiristiyan û ji kijan bawerî yan civakê di be bila bibe divê her kes demokrasiyê pêk bîne. Dewletê navdarên HDP’ê, parlementer girtin ev polîtîka antîdemokratîk in. Li ser hemû HDP’ê zext û cewisandin tê kirin, hinek li girtîgehan in, hinek jî bi êşkence û polîtîkayên cewisandinê li ser tê meşandin. Bi salan e polîtîkayên qirkirin, cewisandin, tinekirinê li ser Kurdan tên meşandin. Li dijî vê PKK bi çek, berxwedaneke meşrû dike û dide meşandin.”

Ebrahîm tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û wiha got: “Nelson Mandela ji bo Başûrê Afrîkayê tê çi wateyê, Ocalan jî ji bo Tirkiyeyê tê heman wateyê. Ocalan ji bo aştiyê dikare hê tiştên baştir bike. Me ev yek di ezmûnên Başûrê Afrîkayê de dît, bi leşkerî çareserî nabe. Tekane rêya çareseriyê bûyerên siyasî ne. Divê di serî de Demîrtaş û parlamenter bên berdan. Divê Ocalan bê berdan û pêvajoya çareseriyê di pêşengtiya wî de bê destpêkirin.”