Polîsan li Zanîngeha Stenbolê êrîşî xwendekaran kirin
Komek ji xwendekaran li Zanîngeha Stenbolê belavok belav kirin. Lê belê polîsan êrîşî xwendekaran kirin û gelek ji wan binçav kirin.
Komek ji xwendekaran li Zanîngeha Stenbolê belavok belav kirin. Lê belê polîsan êrîşî xwendekaran kirin û gelek ji wan binçav kirin.
Li Zanîngeha Stenbolê, piştî êrîşa duh a faşîstan û endamên ewlekariya taybet, xwendekaran îro belavok belav kirin, lê belê vê carê jî polîsan êrîşî wan kirin.
Xwendekaran li kampusa navendî ya li Beyazitê xwestin li ser çalakiya sibe belavokan belav bikin. Lê polîsan êrîşî xwendekarên li hewşa kampusê li hev civiya bûn, kirin.
Gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Çend ji xwendekarên hatine binçavkirin ev in: Ozge Dogan û Tansû Eroglû.
Li zanîngehê, terora polîsan a binçavkirinê dewam dike.
Egîtîm-Sen, Komeleya Endamên Zanîngehê û rêxistinên xwendekaran wê li dijî derxistina ji kar a li zanîngehan, li ber kampusa Beyazitê sibe çalakiyekê lidar bixin.