BI DÎMEN

Nûnerên Rojava û Başûr civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin

Delegasyona Rojava û Başûrê Kurdistanê ya ku bi mebesta tevlêbûna Konferansa Kurd a 6. li Moskowayê ne, bi hev re daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Li Konferansa Kurd a 6. a Mokowayê ku Yekîtiya Saziyên Sosyal a Kurd a Navnetewî û Otonomiya Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsya bi hev re organîze kirî, nûnerên

Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hev re daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla gelek nûçegihanan ve hate şopandin.

Di civînê de pêşî Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axivî. Abdullah got:

 ‘’Şer û kaosa Rojihilata Navîn bi şer na lê bi diyalogê çareser dibe. Pirsa Kurd pirseke herî girîng a Rojhilata Navîn e. Heke pirsa Kurd li ser zemîna demokrasiyê neyê çareserkirin pirsa Rojhilata Navîn jî çareser nabe. Êrîşên bi ser Kurdan de, bi taybetî jî êrîşên DAIŞ’ê û rêxistinên din ên terorîst ên bi ser Rojava de, berxwedana Kurdan a li dijî van êrîşan ev çespand. Her wiha berxwedana jinên Kurd ên li dijî faşîzma DAIŞ’ê ji hêla hemû dinyayê ve hate şopandin. Em li gel jiyana hevpar a gelan in. Em li gel wê sîstemê ne ku demokratîk e û xwedan rêgezên hevpar e. Em behsa sîstemeke wiha dikin ku jin li wê sîstemê xwe azad hîs dikin. Em sîstemeke ku jin xwe lê azad hîs nake qebûl nakin. Ji bo vê jî em li gel Federasyona Sûriyê ne. Em bawer dikin ku pirsgirêka Sûriyê wê bi federasyonê çareser bibe. Sîstema ku hemû gel bi azadî xwe lê vebêjin ev e. Niha gelên li Rojava bi azadî ya xwe dibêjin. Em dixwazin ku ev ji bo hemû Sûriyê be. Weke ku di encamnameya Konferansa Kurd a 6. jî hatî vegotin, li nav çarçoweya jiyana hevpar û welatê hevpar em bawer dikin ev pirsgirêk wê çareser bibin. Em li gel destûreke wiha ne ku gelên Sûriyê azad bin, di nav demokrasiyê û azadiyê de civak bijîn. Ji bo vê jî em girîngiyê didinê ku Rûsya di mijara çareseriya Sûriyê de karîger be.’’

Wekî Goran Şerko Hama Amîn Qadir; 

‘’Gelê Kurd bi qasî ku di dîrokê de qet nebûye di nav yekîtiyê de ye, bi taybetî jî dema komên Islamiya radîkal êrîş bi ser Kobanê, Şengalê de anî gerîla û pêşmergeyan li heman eniyê şer kirin. Em weke Tevgera Goran li gel wê ne ku Sûriye bi sîstemeke federalî were birêvebirin. Bi vê sîstemê re hemû gel bi azadî dikarin werin birêvebirin. Di mijara pirsa Bakurê Kurdistanê jî beriya niha me ramana xwe vegot. Em dixwazin ku Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din demildest serbest werin berdan. Her kes pê dizane ku bi rêya şer û zextê mesele çareser nabin. Em dixwazin ku pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistanê bi rêya diyalogê û krîterên demokratîk çareser bibe. Niha Tirkiye ber bi referandûmê ve diçe.

Bi vê referandûmê de sîstema Tirkiyê wê biguhere. Heke guherîn pêk were ev ê ji bo Kurdan qet ne baş be. Ji bo vê jî divê hemû Kurd di vê referandûmê de bibêjin na. Em dixwazin li çar parçeyên Kurdistanê arîşe bi rêyên demokratîk çareser bibin.  Em dixwazin ku Kongra Netewî ya Kurd demildest bicive û arîşeyên Kurdistanê bi berfirehî bihelsengîne û têkoşîneke hevpar were dayin. Hemû partiyên Kurd di mijara civandina kongra netewî de divê peywira xwe bi cih bînin.’’

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Musilm;

‘’Sûriye li dijî komên terorê şerekeî mezin dide. Mehên bihurî li gorî hin peymanan gavin hatin avêtin. Ji bo ku meseleya Sûriyê bi rêyên demokratîk çareser bibe hin helkeft çêbûn. Lê hin hêzên ku ji rewşa kaosê sûd werdigirin vê rêyê dixitimînin û pirsgirêkê girantir dikin. Li bakurê Sûriyê Durzî, Elewî, Sûryanî, Ereb û Kurd hene. Ji bo vê jî, ji bo ku ev gel bi rêyeke demokratîk xwe bi rê ve bibin pêdivî bi sîstema federalî heye. Bi çareserkirina vê pirgirêkê em bawer dikin ku rewşa şer wê bi dawî bibe. Em weke aliyê Kurd ji bo ku dawî li vê rewşa kaosê were, em diyar dikin ku em ji her cure diyalogê re vekirî ne û çi peywira bikeve ser me em amade ne ku bi cih bînin. Em êrîşên bi ser Bakurê Kurdistanê de şermezar dikin û em diyar dikin ku em piştgirê têkoşîna bakur in. Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî serbest werin berdin divê hêzên navnetewî kêferatê bikin.’’

Wekîlê YNK’ê Îzzet Sabi Ismaîl

‘’Beriya bi du rojan li Moskowayê me konferanseke girîng pêk anî. Ji çar parçeyên Kurdistanê delege li vê konferansê amade bûn. Vê jî nîşan da ku Kurd çendî nêzîkî hev in. Rûsya ji bo ku malxweyîtî li vê konferansê kir ji nêz ve van pirsan nas dike. Li çar parçeyên Kurdistanê pirsên cihê hene lê têkoşîn ji bo heman armancê ye. Di nasnameya me de hê jî Kurd nayê nivîsîn. Li Başûrê Kurdistanê ji bo ku li nasnameya me Kurd were nivîsîn me gelek têkoşîn da û berdêlên mezin me dan. Lê li parçeyên din hê jî zimanê Kurdî qedexe ye û li nasnameya wan Kurd nayê nivîsîn. Ev jî di vê serdemê de nayê qebûlkirin. Kurdan êdî di pratîkê de yekbûna xwe ava kirine. Mînak ji Başûr çûne Kobanê. Gerîla ji bo Başûr biparêzin hatin şer kirin. Ev jî nîşan dide bê ka giyanê yekîtiyê çendî xurt bûye. Di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de 2 hezar pêşmerge şehîd bû. 20 hezar pêşmerge birîndar bû. Ev jî nîşan dide bê ka şerê kirin çendî giran e. Beriya bi 3 mehan gerîla û pêşmerge li Kerkûkê mil dane hev Kerkûk ji DAIŞ’ê paqij kirin. Operasyona Mûsilê li gel hemû derfetan hê bi encam nebûye û pêşketine girîng çênebûye. Li dijî DAIŞ’ê herî baş Kurd şer dikin. Rûsya van hemû tiştan ji nêz ve dişopîne. Em jî ji rayedarên Rûsya dixwazin ku destekê bidine şervanên Kurd.’’

Piştî axaftinan pirsên nûçegihanan hatin bersivandin.

Heke projeya Bakurê Sûriyê bi erênî bi encama nebe alternatîfa Kurdan heye? 

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah wiha bersiv da;

‘’Federasyona Bakurê Sûriyê ne tenê Kurdan hemû gelên li herêmê dijîn temsîl dike. Bi ya me ji bo herêmê çareseriya herî baş ev e. Ji bilî vê projeyê projeya ti kesekî dî nîn e. Sîstemeke ku xwe dispêrê dewleta netewî wê bibe sedema înkara gelên din ku em vê qebûl nakin. Projeya çareseriyê ya rejîma Sûriyê jî nîn e. Qada navnetewî jî bi germî vê projeya me pêşwazî dike.’’

Enwer Muslim têkildarî mijara herêmên ewle ku van deman pir tê rojevê got: ‘’Ji bo herêmên ewle niha tiştek nîn e. Herî pir Tirk vê tînin zimên. Niha Tirkiye li herêmê dagirker e û divê xaka Sûriyê biterikîne.’’


Têkildarî prsa, ‘’têkiliya Rûsya- Tirkiyê ji bo we tê çi maneyê’’ Abdullah got; 

‘’Em ne li dijî wê ne ku têkilî di navbera van hêzan de çêbibe. Tirkiye dixwaz sînorên Sûriyê dagir bike û dibe sedema mirina sivîlan. Li ser sînor û Babê sivîl dimirin, gefê li kantona Efrînê dixwe. Heke Tirkiye herêmên azadbûyî tehdît dike ev tehdît pirsgirêka herkesî ye. Heke em giş li dijî DAIŞ’ê şer dikin çima êrîşî me dike. Dema ku êrîşê tîne ser me destekê dide DAIŞ’ê.’’