Li ber sefaretxaneya Israîlê Kurdên ku hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

Li ber avahiya sefaretxaneya Îsraîlê a Berlînê, Kurdên ku di qetîlama sala 1999'an de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdên ku di 17'ê Sibata 1999'an de li ber sefaretxaneya Îsraîlê ya   Berlînê  welatparêzên Kurd Sema Alp, Mustafa Kurt, Ahmed Acar û Sînan Karkûş ku hatibûn qetilkirin, hatin bi bîranîn. Li merasîma ku ji aliyê NAV-DEM'ê ve li ber sefaretxaneya Îsarîlê hatibû organîzekirin malbatên Kurdên ku hatibû qetilkirin û gel amade bûn.

Di merasîma bîranînê de dewleta Îsraîl û kujer hatin şermezarkirin. Wêneyên kesên ku hatîn qetilkirin hatin rakirin û çelenga reş danîn ber avahiya sefaretxaneya Îsraîlê.