Di derbarê Wekîlê HDP'ê Yîldirim de biryara girtinê

Di derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim de biryara girtinê hat dayîn.

Di derbarê Parlamenterê HDP'e yê Semsûrê Behçet Yildirim de ku ji ber axaftinen xwe doz lê hatibû vekirin, îro rûniştina 2. a dozê li dadgeriya giran a Semsûrê hat dîtin.

Bi binçeta 'endamê rêxistinê', 'propagandakirina rêxistinê' û 'saziyên dewletê binpê kiriye' Yîldirim dihat darizan din. Yildirim tevlî rûniştina dozê nebû.

Parezerên Yildirim di rûniştina dozê de amade bûn û bi hinceta tevlî rûniştina dozê nebûye biryara girtinê hate dayîn.