Li Hambûrgê doza Zekî Eroglu dest pê kir

Doza siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglu ku li Elmanya dihate darizandin îro li Hambûrg, Dadgeha Eyaleta Bilind dest pê kir.

Zekî Eroglu ku 13’ê Nîsana 2016’an li paytexta Swêdê Stockholmê hatî binçavkirin û piştî bi 3 mehan ew anîn Elmanya, beriya ku rûniştina Eroglu dest pê bike, li ber bînahiya dadgehê Însîyatîva Hevgirtinê ya Siyasetmedarên Kurd mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de hate gotin doz ji ber sedemên siyasî vebûye û yên ku divê werin darizandin Serokkomarê Tirkiyê Erdogan e ku li Kurdistanê terorê dike.

Parêzerê Eroglu Alexander Kîenz li vir daxuyaniyek da û got ew li bendê şandeya dadgehê li pîvanên dewleta hiqûqê vegere. Kîenz diyar kir ji dozên berê ku siyasetmedarên Kurd dihatin darizandin cihêtir rewşa Kurdistanê ya ber dest divê zêdetir rol bilîze û got, ji bo vê jî ew ê weke parêzeran bikevin nav hewldanan.
Rûniştin taloqî 24’ê Sibatê hate kirin. Tê payin ku heftiya pêş me Eroglu parastina xwe bike. 

Li Elmanya niha dozên siyasetmedarên Kurd li Berlîn û Stûttgartê têne dîtin. Li girtîgehên Elmanya bi giştî 9 siyasetmedarên Kurd hene.